Li Surê roket bi malekê ket Melek Alpaydinci qetilkirin - HATE NÛKIRIN
13:23
JINHA
AMED - Ji bo şêwirmendî û pariyê xwe parkirinê jinên elewî hatin Amedê û ber bi Surê ve çun. Dema ku jin li Kolana Kuçukakarsu ya Taxa Îskendrpaşa bûn polîsan roket avêtin malekê. Parçeyek roketê bi serê Melek Alp Aydinci ya (38) ket û hat qetilkirin. Paşê dema ku wesayîta zirxî hewilda têkeve taxê welatiyan bi keviran nehêlan têkeve taxê.
Li navçeya Sura Amedê di roja 33'an de êrîş û dorpêç berdewam dike. Ji gelek bajarên Tirkiyê ji bo şêwirmendî û parkirina pariyê xwe bi welatiyên Surê re jin hatin Amedê. Jinên li ber Şaredariya Surê hatin bahev, dê ber bi taxên qedexe neyî ve bimeşin û pariyê xwe par bikin.
Polîsan destur nedan meşa komiya jinan û diyar kirin ku ew dikarin bi komên cuda cuda têkevin taxan. Di dema ku jinan li Taxa Îskenderpaşa pariyê xwe par dikirin de roketek a ku hat zanîn ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin li Kolana Kuçukakarsuyê bi malekê ket. Dema ku roketê dîwarê malê qul kir, di hindirê malê de bi serê jina bi navê Melek Alpaydinci ya 38 salî ket. Melek a serê wê jêbû li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da.
Hat zanîn ku Meleka li ber çavê zarokên wê hatî qetilkirin dayîka 3 zarokane. Hat zanîn ku Melek li nêzî Minara Çarling jiyan dikir, du hefte berê ji ber dorpêçê li gel zarokên xwe hatiye mala xizmên xwe bicîh bûye. Piştî qetilkirina Melek wesayîtek zirxî dema ku hewilda têkeve kolanê welatiyan bi keviran derxist.
Di heman malê de birîndarek din jî heye. Di heman deqeyan de polîs Parka Arzele jî xistiye ber roketan.
(zt)