Ev der ne sala 1945 Elmanya, 2015 Silopiye: Dîmenên qampên komkirinê
13:41
JINHA
ŞIRNEX - Di roja 21'an a dorpêçê de hêzên dewletê bi zora çekê gelek welatî ji malên wan derxistine li Salona Siporê ya Yenişehirê komkirine û bi zorê nivîsa di navê de "Berpirsê hemû ziyanan PKK ye" hewildidin bi wan bidin îmzakirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, berxwedana gel a rêveberiya cewherî li gel hemû êrîşên giran 21 roj in didome. Hêzên dewletê yên nikarin bikevin taxan û vîna gel bişkînin, taxan didin ber topan. Bi taybet ev du rojên dawî, ji ber topbarana li ser taxên Cudî, Nuh û Başakê bi sedan mal xira bûn. Welatiyên ku bê mal man ji bo ewlehiya can a zarok, îxtiyar û nexweşan derbasî Taxa Barbarosê bibûn û ev tax jî ji duh şev ve ye di bin êrîşên giran de ye. Topbarana li ser Taxa Barbaros ev bi saetan e didome. Tê gotin ku di êrîşan de gelek welatî jî birîndar bûne.
Hêzên dewletê ku bi darê zorê dikevin malên welatiyan, welatiyên ku bi zorê ji malê derdixin li salona sporê ya Taxa Yenîşehîrê kom dikin û bi gefên mirinê zorê didin wan ku koç bikin.
Derbarê mijarê de Hevberdevka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Naîr da zanîn ku polîtîkaya qirkirinê ya salên 1945'an li Elmaniyayê hatî meşandin di sala 2015'an de li Silopiya tê meşandin. Pakîze destnîşan kir ku li taxên Cudî, Nuh û Başak hêzên dewletê bi zora çekan welatî ji malên wan derxistine birine Salona Siporê ya girtiya Taxa Yenişehirê. Pakîze bilêv kir ku hêzên dewletê bi welatiyên ku birine salona sporê, bi zorê dixwazin nivîsa "Berpirsyarê hemû ziraran rêxistina PKK'ê ye" bidin îmzekirin. Pakîze her wiha got ku gel ji salona sporê jî derxistin û terkî sikakan tê kirin. Pakîze diyar kir ku êrîşên li navçeyê di merhela wehşet û komkujiyê de ye û bang li gel kir ku li gel hemû êrîşan jî taxên xwe terk nekin û berxwedanê bilind bike.
(zt)