Li Cizîrê kesek qetilkirin 60 kes asê man
14:23
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîra ku 21 rojin dibin êrîş û dorpêçê de berxwedan lê berdewam dike li Taxa Yafesê welatiyê bi navê Sezaî Bûrçîn (43) qetilkirin. Li heman taxê polîs û leşker êrîşî malek a ku têde 60 welatî asê mane dikin.
Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk ên dikin nakin nikarin gel ji taxan derxînin, mirovên sivîl qetil dikin. Li taxa Yafesê, ku êrîş lê giran e, Sezaî Bûrçîn (43) ê mala xwe neterikand, ji ber guleya polîsên taybet ên tirk, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bûrçîn, ji ber êrîşên giran nikare ji naverastê bê rakirin.
Polîs û leşkerên Tirk her wiha êrîşî maleke li taxê ya ku 60 kes lê asê mane dikin. Li gorî agahiyan, ji maşînên zirxî gule li vê malê tên reşandin.
(zt)