Êrîşa ser merasîma cenazeyê şervana YJA Star Lutfiye Bulut hat şermezar kirin

14:34

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bulut mewlud hat dayîn. Di daxuyaniya piştî mewludê hat dayîn de êrîşa li dijî merasîma cenaze hate şermezarkirin.

Li taxa Devrîm a Nisêbînê ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bulut (Jînda Mardîn) a di 22'ê kanûna 2015'an li Qoserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Mala Şînê ya Taxa Devrîmê mewlud hat dayîn. Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, MEYA-DER, Dayikên AŞtiyê, KJA, Komeleya Oldarên Mêrdînê, HDP û DBP'ê jî di nav bed sedan kes beşdar bûn. Piştî rêzgirtin û duayê. daxuyanî hat dayîn û êrîşî li dijî merasîma cenazeyê Lutfuye hate şermezarkirin. Rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Fahrî Dogan axivî û wiha got: "Îşkence li cenazeyê me jî dikin. Cihê vî di ol de tuneye. Di vî mijarê de bi taybetî hedîsên pexemberê me heye."

Fahrî bilêv kir ku êrîşa li dijî cenaze di heman demê de li dijî ola îslamê jî hatiye kirin û wiha got: "Têkîliya mirovê ku jiyana xwe ji dest daye bi vî cihanê re qut bûye. Zilma li dijî ceneza tê wateya hovîtiyê. Cihê vî pêkanînê di ol de tuneye."

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fahriye Akyuz jî wiha axivî: "Ma Erdogan û çeteyên wî ji wedê natirsin? Erdogan li dijî zilma li hemberî welatên din rondikan dibarîne lê li welatê xwe jî îşkence li cenazeyan dike. Îşkence li cenazeyê li ser milên jinan bû kirin. Ev zilm dê heta kengî bidome. Ev axa me ye. Erdogan bila çeteyên xwe jî bigire û ji axa me biçe."

Piştî daxuyaniyê mewlud bi dirûşma "şehîd namirin" bi dawî bû.

(zt)