Leşkeran meşa Botanê asteng kirin
15:27
JINHA
ŞIRNEX - Meşvanên Botanê yên bi pêşengiya DBP, HDP, KCD, HDK û KJA'yê hatin Hezexê pêşiya wan li gundê Mîdîxê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin.
Meşvanên Botanê yên bi pêşengiya DBP, HDP, KCD, HDK û KJA'yê ve hatin Hezexê, pêşiya wan 5 kîlometre durî Hezexê li gundê Mîdîxê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Girseya ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û hevşaredar jî di nav de ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û hate gotin ku fermana Walîtiya Şirnexê ya "dê nikaribin derbasî Hezexê bibin" heye. Bi wesayîtên zirxî pêşiya konvoyê girtin, konvoya ku nêzî 50 wesayîtane hatiye rawestandin.
(zt)