Li Surê dibin êrîşan û dengê bombeyan de jin semahê dilîzin
15:58
JINHA
AMED - Jinên elewî yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevli berxwedana Sûrê bibin hatin bi şîara "Semaha me ji bo berxwedanê silav li dijî zilmê îsyan e" li Îskenderpaşaya Sûrê semah girtin. Di dema çalakiyê de li taxê bombebaraneke tund çêbû.
Jinên elewî yên endamên Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê ya kete roja 33'emîn û şermezarkirina terora dewletê hatin Amedê. Jinên elewî ewil çûn serdana Cemxaneya Amedê û ji wir jî derbasî Şaredariya Sûrê bûn. Jinên elewî ji aliyê parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan û Besîme Konca, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û aktîvîstên KJA'yê hatin pêşwazîkirin. Jinên ku ji Şaredariya Sûrê dest bi meşê kirin çûn serdana Meclîsa Taxa Îskenderpaşayê. Jinên ku li ber meclîsê kom bûn loqme belav kirin. Piştre jî ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê semah girtin. Jinan piştî semahê pankarta "semaha me ji bo berxwedanê silav li dijî zilmê jî îsyan e" vekirin û daxuyanî dan.
'Em van qatlîaman ji Gurgum û Sêwasê nas dikin'
Li ser navê Komeleyên Elewî yên Demokratîk Dayika Ocaxa Dervîş Cemal, Menşure Dogan axivî û wiha got: "Em ê li dijî vî zilmê bêdeng demînin. Em ê tevli berxwedana bi rûmet a gelê kurd bibin." Menşure anî ziman ku li Kurdistanê maf û azadî tên binpêkirin ji zaroka 3 mehî heta kalê 80 salî bi sedan kes hatin qetilkirin û wiha axivî: "Em wekî jinên elewî li dijî vî zilme bisekinin. Em qatlîamên ku tên kirin ji Gurgum û Sêwasê nas dikin. Êşên me teze ye. Ji bo ku êşên nû nejîn divê em li ber xwe bidin. Em ê li dijî zilmê bêdeng nemînin. Em ê bibin hevparê berxwera gelê kurd. Em ê bêdeng nebin û bêdeng nemînin."
Dema ku daxuyanî hate dayîn li taxa îskenderpaşayê dengê teqînên tund hatin. Teqîn her diçe zêdetir dibe. Jinên elewî hinekî li ber meclîsê sekinîn û piştre ji wir veqetiyan."
(zt)