Meşvanên Botanê vegeriyan Midiyadê

16:51

JINHA

ŞIRNEX - Meşvanên Botanê yên bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA'yê derketin rê û li navçeya Hezexê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin ji bo rewşê binirxînin vegeriyan Mîdyadê.

Meşvanên Botanê yên di nav de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamenterên HDP û hevşaredarên DBP'î jî hene û ji bo êrîş dorpêçan şermezar bikin ji Amedê bir bi navçeyên Sîlopî û Cizîrê yên Şirnexê ve derketin rê li navçeya Hezexê ji aliyê leşkeran ve di têketina navçeyê de hatin rawestandin. Heyetê xwest bi riya bajaroka Karalarê bikevin navçeyê riya wan ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Piştî ku hevdîtina bi rayedaran re encamek derneket ji bo rewşê binirxînin vegeriyan navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê. Piştî ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Wanê bigihîje navçeya Midyadê li bendê ye civînê li dar bixin. Piştî civînê biryara di derbarê meşê de dê bê aşkerakirin.

(zt)