TGS: Divê polîsê nûçegihana JINHA yê tehdîd kirî derkeve holê

17:08

JINHA

STENOL - Jinên Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) û Komisyona LGBTİ yan xwestin ku polîsê nûçegihana me Duygu Erol tehdîd kirî derkeve holê.

Jinên Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) û Komisyona LGBTİ yan di derbarê polîsên TEM'ê yên ku nûçegihana Ajansa Jinan a Nûçeyan (JINHA) yê bi kuştinê tehdîd kirî û ser wê lêgerîna zirav kirin de daxuyanî dan. Ji ber bûyerê jinan hêrsa xwe anîn ziman û diyar kirin ku rojnamegerek ne neçare xwe ji polîsan re îspat bikin.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku divê polîsê Duygu tehdîd kirî derkeve holê û wiha hat gotin: "Ger ziyan bigihe muyek laşê Duygu berpirs Emniyeta Muduriyeta Amedê ye. Dê JINHA li cihê diruşma 'mêr çî dibêjin' bê fikirîn dinivîsin, vêcarê 'polîs çî bêjin' bê fikirîn binivîsin."

(zt)