Melek a qetilkirin gotibû: Hun mala me hilweşînin jî emê vêderê neterikînin

18:07

JINHA

AMED - Li Taxa Îskenderpaşa ya Surê di encama topbaranê de jina bi navê Melek Alpaydin (38) jiyana xwe jidest da. Cîranên wê diyar kirin ku Melek li Taxa Hasirliyê dirune, ji bo serdana hevserê xwe yê li nexweşxanê bû hat û polîsan destur neda carekdin vegere. Melek bi van gotinan bersiva polîsan da: "Hun me bikujin jî mala me bişewitînin jî emê vederê ne terikînin."

Ji bo piştevaniya berxwedana Surê ya di roja 33'an de berdewam dike jinên elewiyên ji gelek deverên cuda hatine Meclisa Taxa Îskenderpaşa ziyaret kirin. Di dema ziyaretê de du kolan piş wan de li Kobalan Kuçuk Aktar topek bi malekê ket. Topa ku ji tangan hatî avêtin dîwarê malê qul kir û di malê de ji ber parçeyê topê jina bi navê Melek Alpaydin (38 salî jiyana xwe jidest da.

'Hun mala min hilweşînin jî ezê carekdinê wê malê avabikim û têde bijîm'

Cîranên Melek diyar kirin ku ew berê li Kolana Leylek a Taxa Hasirliyê dijiya û wiha domandin: "Berî çend rojan Melek çu nexweşxanê serdaha hevserê xwe yê emelyatkirî. Dema ku Melek xwest cardin vegere mala xwe ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Melek jî li ser desturnedana polîsan got: 'Hun me bikujin jî, mala me xirabikin û hilewşînin jî emê vêderê neterikînin. Hun mala min hilweşînin jî ezê wê malê cardin ji nû ve ava bikim û têde jiyan bikim.' Piştî wan nîqaşan Melek li mala xwişka xwe ya li Taxa Îskenderpaşaye ma. Me duh êvarî batanî, lihêf û doşek dan Melek. Ew bi xwe jî ji gurçikên xwe nexweşe û xwişa wê ya li gel dima jî nexweşa menenjitê ye."

Cîranan bilêvkirin ku piştî bûyerê hinek çapemiyên dijber bûyerê cuda didin û wiha gotin: "Hinek çapemenî bi gotinên weke 'li gel polîsan roket nîne' dixwazin bûyerê berevajî bidin. Lê li gorî agahiyên me bihîstine wan meclisa taxê hedef girtine. Ji ber ku îro jinên elewî hatin vêderê û çalakiyên şêwirmendiya bi gel re nîşan dan."

(zt)