Li Surê gel dibin topbaranê dene

08:36

JINHA

AMED - Li Surê di roja 34'an de berxwedana gel berdewam dike, ji saet 05.00'an heya niha bombaduman berdewam dike. Gel dibin bombaduman û êrîşên bi çekên giran denin.

Di roja 34'an de dorpêç û qedexe berdewam dike, êrîş gelek giran bûne, gel dibin bombabaranê denin. Li Sura ku duh li qaxên qedexe neyî jina bi navê Melek Alpaydin qetilkirin, bi despêka serê sibê re êrîş giran bûn. Ji saet 05.00'an heya niha ji nava navçeyê dengê topan û teqînên mezin bilind dibe. Bi çekên giran ser taxan de diçin.

Li aliyê dinê ji ber dorpêça 34 rojan gel nikarin pêdiviyên xwe bînin cîh, di hewaya sar de jî zoriyên germbûnê dijîn. Dema digerin hinek dar dibînin li ber zarokan dişewitînin û hewil didin wan germ bikin.

(zt)