Bedîa Ozgokçe: Gelê kurd li hemberî hişmendiya takekesî têdikoşe
09:03
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Parlamentera HDP'ê Wanê Bedîa Ozgokçe terora dewletê ya li ser gelê kurd û dorpêça heremê nirxandin kir û got ku li Tirkiyê hişmendiya desthîlatdariyê heye û gelê kurd li hemberî hişmendiya takekesiyê têdikoşe.
Navçeya Sura Amedê 35 roje dibin dorpêça hêzên dewletê de ye û li ser gelê ku bi rêveberiya xwe ya xweser li ber xwe dide komkujiyên mezin dide meşandin. Dîsa gelek cihên dîrokî bi top û tangan yek bi yek tên talankirin û hilweşandin. Pîştî Surê li Cizîr, Sîlopiya û Nîsêbinê yên ku gel di nav berxwedanê de ye bi qedexeya derketina kolanan re bi 10 hezar polîs û tîmên taybet re êrîşê gel tên kirin û sîvîl tên qetîlkirin. Welatiyên ku li hemberî êrîş û dorpêçan li pişt xendekan û barîkatan li ber xwe didin ji aliyê hêzên dewletê ve hedf tên girtin û tên qetilkirin.
'Rêveberiya xweser li hemberî komkujiyan alternatîfek e'
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe terora dewletê û dorpêçkirina heremê nirxand û diyar kir ku gel ji bo demokrasiyê têdikoş e û bi zarokên xwe re li hemberî artêşek li ber xwe didin. Bedîa da zanin ku sedema van êrîş û komkujiyna tenê hişmendiya takekesiyê ye û bilêv kir ku gel ji bo demokrasiyê li ber xwe dide û wiha pê de çû: "Bi sedsalan e gelên li ser vê erdnîgariyê dijin daxwaza demokrasiyê dikin. Hikumeta AKP'ê bi israra pergala takekesî û serokatiyê bersîv dide daxwaza gel." Bedîa anî ziman ku ji bo gel bervisa daxwaza demokrasiyê nedît çareserî di rêveberiya xweser de geriya û wiha berdewam kir: "Ji dîrokê heya niha gelê kurd û yên bindest li ser erka xwe ji bo jiyanek azad û hevpar di nava raperînê de ne. Lê mixabin gel bi komkujiyan bersîv distine. Rêveberiya xweser li hemberî komkujiyan alternatîfek e û ev ji mafê wan a rêwa ye."
'Gel naxweza bibe maşeya deshîlatdariyê'
Bedîa di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku êdî gelê bindest naxwaze bibe maşeya desthîlatdariyê û li ser wan polîtîkayên qirkirê tên meşandin û wiha dom kir: "Rêveberiya xweser jî parçeyek ji rawestandina polîtîkayan e. Di rastiya xwe de rêveberîiya xweser ji bo Tirkiyê jî modelek nû ye. Lê dewlet çi dike, bi top û tangan êrîş dike û qetîl dike." Bedîa desnîşan kir ku gel di biryara xwe de bi israr e û dê heya dawiyê li ber xwe bide.
'AKP ji bo berjewendiyê xwe pêvajo xirakir'
Bedîa li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan di 2013'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatibû dest pêkirin û pêvajo ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate xirakirin jî bibirxist û got: "Bi despêkirina pêvajoyê re hemû gel bi hêvîbûn. Lê hikûmeta AKP 'ê ji bo berjewendiyê xwe hemû hêviyên gelan tune kir. Êdî tu bawerî di dilê gel de nemaye ji ber dewlet nêzî demokrasiyê nabe. Lewra îro gel serî hildaye û li pîşt xendekan li ber xwe dide. " Bedîa diyar kir ku ji ber hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de tiştê ku hêvî dikir bi dest nexist konsepta şer da destpê kirin û xwest kerba têkçûyinê di serê gel de derxe.
'Tirkiye dijî qanûna tev digere'
Bedîa bi heyeta HDP'ê re ji bo dorpêça dewletê û êrîşê bên rawestandin 8 roj li Şirnexê mabû pêl bi pêl çavdariyên xwe wiha parkir: "Dorpeça welatek û qedexekirina derketina kolana dijî zagonê ye. Di hemû dewletan de eger biryara meclîsê hebe tê kirin. Dewleta Tirkiyê niha dijî qanûna tev digere. Li Cizir û Surê zarok û jin tên kuştin. Tu hurmet ji cenazeyan re nayê nişandan. Malbat cenazeyên zarokan di sarincande didin rawestandin. Cenazeyê pîtîkekê li kolanan e. Destûr nade ku malbat wê defin bike. Me van tev bi çavên xwe dît. Dê dewlet bibine ku gel bi qetlîaman encam nabine, ji ber ku gelek gav paşde navê je heye û dê dewlet jî vê bibine."
(db/zt)