Cadiyên Kampusê li hemberî şideta mêran di parastina cewherî denin
09:36
Oyku Dilara Keskin / JINHA
STENBOL - Cadiyên Kampusê bi diruşma 'Jinên şideta mêran rawestînin di parastina cewherî denin' dest bi perwerda parastina cewherî kirine gotin: "Parastina cewherî ziman û çalakiyên di jina azad de îsrarkirine."
Jin li hemberî hemû nêzîkatiyên pergala deshilatiya mêran parastina cewherî bingeh digirin. Li hemberî her roj qetilkirin, tacîz û tecawîza ser jinan ji bo ewlehiyê parastina cewherî pêşdixin û li jiyana xwe xwedî derdikevin. Cadiyên Kampusê bi diruşma 'Jinên şideta mêran rawestînin di parastina cewherî denin' dest bi perwerda parastina cewherî kirine. Perwerdê bê muçe didin û roja perwerdê jî roja yekşemê ye. Perwerda ku ji Stenbolê despêkirine hewildidin belav bikin. Du heftene qeyîdên perwerdê despêkirine. Cadiyên Kampusê bang li hemû jinan kirin ku beşdarî perwerda parastina cewherî bibin.
'Parastina cewherî ziman û çalakiyên di jina azad de îsrarkirine'
Ji Cadiyên Kampusê Betul Karaçali wiha axivî, "Di rastiyê de parastina cewherî zagonek xwezayê ye. Heya zindiyek pir biçuk jî xwe bi parastina xwe ya cewherî diparêzin. Gulek xwe bi sitiriyên xwe diparêze. Em nikarin mirovan bê vê mekanîzmeya parastinê bifikirin. Parastina cewherî şêweyek tekoşînê ye û gotina ez jî heme ye." Betul da zanîn ku ne bi hêzên hegemonîk xwe parastin, bi hêza xwe ya cewherî xwe parastin şerte û wiha domand: "Parastina cewherî sekna jinan a jiyanê ye. Parastina cewherî ziman û çalakiyên di jina azad de îsrarkirine. Ji bo wê ye ku tekoşîna parastina cewherî ji bo me xwediyê giringiyek jiyaniye. Di perwerdeya me amade kirî de em li benda tevlîbûna hemû jinanin."
'Parastina cewherî bersiva hebûna xwe dayîna nasîne'
Juliana Gozen jî destnîan kir ku parastina cewherî bi nirxandinên rêxistinên jinan û qetilkirina Ozgecan re kete rojevê û wiha got: "Di jiyana me de li hemberî qirkirinên jinan ji pergal û daraza mêran ti tiştek hêvî nekirin bersiva me bi xwe ye. Mînaka herî şînber jî YPJ ya parastina cewheriye. Me dît çawan vîn û azadiya jinan tacîdar kiriye. Bi serketinên xwe parastina cewherî xistin rojeva me. Me li hemberî tacîz û tecawîzê hebûna xwe da nîşan dan. Di aliyê hiquqî de di dozên şideta ser jinan de ceza dadixin. Ti hêviyên me ji vê pergalê nîne. Em bi xwe xwe biparêzin."
'Emê bi parastina cewherî jiyanê biparêzin'
Juliana bilêv kir ku piştî nirxandinên ser perwerda parastina cewherî wan biriyara dayîna perwerdê daye û wiha dom kir: "Hunera parastina jinan bi muçe bû. Me perwerdeyek bê muçe dît, piştî Ozgecan me ji bo mamostayek mêr got ji bo perwerdê bide xwendekarên jin. Me ji bo beşdariya perwerdê banga tevlîbûnê kir. Li fabrîqeyan, malan, cihên kar û kampusan bêyî tiştek ji pergala mêran hêvî kirinê emê li hemberî şidetê jiyanê bi parastina cewherî biparêzin."
'Berxwedana jinên Kurdistanê ji bo me ronahî aniye'
Eylem Gultekçe jî anî ziman ku ji bo parastina cewherî bê zanîn dibê di nava qadan de lêbê nêrîn ka jin çî zoriyan dijîn. Eylem destnîşan kir ku berxwedana jinên Kurdistanê ji bo wan bûne meşaleya ronahiyê û wiha berdewam kir: "Parastina cewherî şidet nîşanî aliyê dinê dayîn nîne. Divê em vê hînî jinan bikin. Tindiya jin li qadên jiyanê dibînin tenê bi parastina cewherî dikare bê derbaskirin. Ji bo wê jî em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî perwerda me bibin."
(zt)