Polîsên ku jinek bi giranî birîndar kirine bi hevjînê wê belgeya 'PKK ew birîndar kiriye' pê dan îmze kirin!

10:20

JINHA

ŞIRNEX - Hevserê Zubeyde Ezer a ku li Silopiyê bi guleya bombeavêjan ji serê xwe giran birîndar bû, Suleyman Ezer da zanîn ku polîsên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê bi saetan hevjîna wê bi birîndarî rawestandine û xwestine nivîseke ku dibêje "PKK'ê ew birîndar kiriye" pê bidin îmze kirin û got: "Xwîn ji wê diçû. Ez mecbûr mam û min îmze kir."

Li bajarên Kurdistanê hêzên dewletê di çarçoveya konsepta şerê tunekirinê ya hikumeta AKP'ê her roj sivîlan qetil dike û di ser de jî bi gef û zora çekê hewl dide nivîs bi malbatan bide îmzekirin û sûcê kuştinan bixe stûyê PKK'ê. Li Taxa Barbaros a navçeya Silopiyê ya Şirnexê dayika 7 zarokan Zubeyde Ezer di 3'ê kanûnê de ji ber parçeyên şarapnelê yên bombeya hêzen dewletê ji serê xwe giran birîndar bû. Ji ber ku hêzên dewletê destûr neda ambûlans were, hevserê wê Suleyman Ezer ew li ser pişta xwe bir heya nexweşxanê. Suleyman Ezer derbarê bûyerê de axivî û da zanîn ku hêzên dewletê ku bi saetan hevjîna wî bi birîndarî dane rawestandin xwestine ku jiyana xwe ji dest bide û bi gefa kuştinê bi zorê nivîs pê dane îmzekirin.

'Polîs û leşker bi min keniyan'

Suleyman diyar kir ku ji roja ku êrîşên tevkujiyê destpê kiriye ji mala wan guleyên topê kêm nebûye û got di 3'ê kanûnê de di saetên sibê de hevjîna wî ji serê xwe giran birîndar bûye. Suleyman got ku bang li ambûlansê kirine lê ambulans nehatiya û wiha pê de çû: "Min ew girt ser pişta xwe û gihand nexweşxanê. Çend ciwan ji min re bûn alîkar. Ji nexweşxanê re 2-3 km. mabû çavê min bi leşker û polîsan ket. Hevjîna min li pişta min bû û ew bi min keniyan." Suleyman anî ziman ku îşkence li nexweşxanê jî berdewam kiriye û ev agahî dan: "Me bi zorê ew gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Ji me re gotin dê helîkopter were û heya êvarê dan rawestandin. Êvarê hevjîna min li ber mirinê bû û me bi derfetên xwe ve ambûlans peyda kir û ew anî Şirnexê."

'Îmze bike an na dê hevjîna te bimire'

Suleyman da zanîn ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tune ye polîsên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê xwestine nivîseke ku dibêje "PKK'ê ew birîndar kiriye" pê bidin îmze kirin û wiha berdewam kir: "Xwîn ji wê diçû. Ez mecbûr mam û min îmze kir." Suleyman got ku şev heya sibehê Taxa Barbarosê topbaran kirine û wiha axivî: "Ji duh şev ve ye 16 bombe li mala min ket. Yên neteqiyane jî hene. Şev û roj gulebaran dikin. Pisîkan jî gulebaran dikin."

'Polîs bi Erebî diaxivîn'

Suleyman da zanîn ku polîsên li nexweşxanê bi Tirkî nizanibûn û di navbera xwe de bi Erebî diaxivîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "7 hezar tîmên taybet anîne. Bi Tirkî nizanin. Bi Erebî diaxivin. Hemû DAIŞ in."

(rc)