Êrîşên bi tangê ser Cizîrê didome
10:33
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişikênin li taxên Nûr û Cûdiyê yên Cizîrê ji bo koçberkirina gel bi tankan êrîş dikin û di encama topebaranê de gelek mal hatin xirakirin. Ji welatiyên ku bi zorê ji malên xwe hatin derxistin 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê berxwedana gel a li dijî terora dewletê keta roja 22'emîn. Hêzên dewletê ji ber ku nikarin berxwedana gel bişikênin li dijî taxên bi tank û çekên giran êrîş dikin û li dijî taxên Nûr û Cûdiyê êrîş zêdetir bûn. Li herdu taxan jî ji ber topebaranê gelek mal hatin xirakirin. Welatiyên ku malên wan hatin xirakirin derbasî herêmê bi ewle bûn. Li hin aliyên taxa Cûdiyê polîsên ku dikevin malan bi zorê gel ji malan derdixin û koçber dikin.
Li taxa Şah jî 3 topên hewanê li maleke ket. Li malê xisarekê mezin çêbû û ji ber ku kesên li malê li mutbexê bûn bi tesadufî tiştek bi wan nehat. Li Otela Mem û Zîn a li ser cadeya Yafesê ya taxa Nûrê jî gelek guleyên topê lêket û aliyeke otelê hilweşiya. Ji ber êrîşê di otelê de şewat derket û ji ber êrîşan îtfaiyeyê nekarî mudaxaleyê şewatê bike.
Li Cizîrê 2, li Kîzîrê 3 kes hatin binçavkirin
Welatiyên ku duh bi zorê ji malên xwe hatin derxistin jî çûn taxa Konakê û dema ku li ser pira çemê Dîcleyê derbas dibûn di kontrola nasnameyan de Sedat Ogun û Mehmet Solmaz ê hate fêmkirin ku li taxa Sûrê rûdinên hatin binçavkirin. Dîsa li gundê Kîzîr a Sîlopiyê jî piştî ku cerdevanan çek danîn û tevli operasyonan nabin leşkeran bi ser gelek malên gund de girtin. Di serdegirtinan de Hamzu Arzuman, Muhammed Ugurlu û Kerem Ayan hatin binçavkirin.
(rc)