Berfin Nurhak: Li kuderê çeteyek hebe em li wê ne
11:16
Tugba Akyılmaz/JINHA
ŞENGAL - Fermandara YJA-Star a Şengalê Berfin Nurhak diyar kir ku di sala nû de wê ji bo hemû gelên di Rojhilata Navîn de dijîn, jinan, baweriyan, mesheban û azadiya mirovan tekoşîna xwe berdewam bikin û got: "Li kuderê çeteyek hebe em li wê ne."
Me salek din jî li peyî xwe hêla. Ji niha de diyar dibe ku emê malavahiyê ji kîjan pêşketinan re bikin. Li Bakurê Kurdistanê hember êrîşan berxwedan, li Rojava ji nû ve avakirina jiyanê, li Başurê Kurdistanê jî roj bi roj mezinbûna lêgera azadiyê... Di sala 2015'an de cardin jinên kurd mora xwe li berxwedanê dan. Di vê salê de jî şervanên jin ên piştî êşên Şengalê ji birînên wan re bûyîn derman û jiyanek nû ji bo gelan jiyana nû avakirîn hatin nîqaşkirin. Li ser vî bingehî me di derbarê rewşa Şengalê ya sala dawiyê, bandora şervanên jin ser gelê Şengalê, deskeftî û pêvajoya li pêşiya me ji Fermandara YJA-Star a Şengalê Berfin Nurhak pirsî.
*Di nava salekê de YJA-Star li Şengalê pêşî li pêşketinên çawan vekir?
Weke YJA-Star salek û nîve em li Şengalê ne. Ji xwe berê di nivîs û axaftinê xwe de me qala giringiya dîrokiya çeperên YJA-Star ser axa Şengalê kiriye. Ya herî giring ger gelek tê qetilkirin, bi hezaran jin, zarok û ciwan tên revandin hatina li ser wê axê ji bo rizgariya wî gelî tekoşîn kirin berpirsiyariyek mezine. Di nav demek kin de pêşketinên mezin hatin jiyandin. Pêşketinên li Şengalê çêbûn bilez û serketîbûn. Di nirxê şoreşê de pêşketin çêbûn. Bêguman şertên avakirina wê giringbûn. Girêdayî şertên Şengalê Rêber Apo di 'Sosyolojiya Azadiyê' de anîbû ziman 'Demên qeyîranê, demên avakirin û demên azadiyê ne.' Qeyîranek wiha avakirin di asta herî bilind de ser û bin bû. Demên wiha dikarin mudaxele bi şêwazên cuda bên kirin, ji bo wê jî hewcehî bi tekoşînek mezin heye.
'Li Şengalê ni nirxê şoreşê de pêşketin hatin jiyan kirin'
Ger li derdora îdeolojiya azadiyê mudaxeleyek bê kirin pêşiya şoreşê vekiriye. Ez despêkê dixwazim vê bêjim li Şengalê bi pêşengiya YJA-Star hemû aliyên siyasî, leşkerî û civakî di asta şoreşê de pêşketin derketine holê. Divê ev pêşketin li ber hemû raya giştî bên nirxandin. Ger hemû beşên civakê bi hev re nehatibana pêşxistin ev pêşketin dê pir dereng ketibana. Gelê êzidî di nava lêgera vîn û azadiyê denin. Ya herî giring jî di aliyê hişmendiyê de ferman û mirina ser gelê êzidî û jinên êzidî ferq kirine dayîna şikandin û ew xistina nava lêgera azadiyê ye. Avakirina vê hişmendiyê di nirxê şoreşê dene.
*Do aliyê civakî de berxwedana YJA-Star li Şengalê bandorek çawan kiriye?
Di dema fermanê de biptî qetilkirina bi hezaran mirovan û revandina bi hezaran mirovan weke gerilayên YJA-Star bi rextî çekan li Çiyayên Şengalê despêkê bi dehan û paşê jî bi sedan cîhbûn di nava gelê êzidî û tayîbetî jî jinên êzidî de moral û hêzek mezin da çêkirin. Di pêşketina dîrokiya di aliyê hişmendî de bandora xwe rêxistinkirina gerilayên YJA-Star despêkê li çiyayên Şengalê û paşê jî heya nava bajaran çuyîna wan gelek heye. Di çeperan de cîh girtina gerilayên YJA Star despêkê ser jinên ciwan û ser hemû beşê civakê bandorek gelek mezin hêlaye. Piştî revandina jinên êzidî şerkirina gerilayên YJA-Star şopek azadiyê ya ticarî neyê sîlkirin di hişê mirovan de hêlaye.
'Li Şengalê rêya azadiyê hat keşif kirin'
Bi jinan re avakirina hişmendiya vîn û parastinê di tevahî civakê de bandorek gelek mezin kiriye. Bi vî awayî piştî azadiya Şengalê rê li pêşiya pêşketinan hat vekirin. Li Şengalê piştî pêşketinên YJA-Star avakirî bi jinên ciwan re hişmendiya parastinê pêşket. Di 5'ê Çileya sala 2015'an de bi nasnama YPJ-Şengal jinan xwe rêxistin kirin. Rêxistina YPJ-Şengal di nava gel de bandorek gelek mezin kiriye. Em dikarin bêjin bi pêşengiya YJA-Star tekoşîna hatî despêkirin û di YPJ-Şengal de pêşketinên nû avakirî rêya azadiyê hatiye keşif kirin. Ya herî giring di vê rêyê de meşîne.
*Weke hêza leşkerî YJA-Star serketinên çawan derxistiye holê?
Piştî fermanê azadkirina çiyayê Şengalê, azadiya gundên ber pesarên çiyayê Şengalê û heya azadiya nava bajarê Şengalê di aliyê leşkerî de serketinên mezin hatin bidest xistin. Weke YJA-Star dîrokek me ya leşkerî heye. Me vê tekoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bi lehengiyek destanî berdewam kiriye. Bi nasnama xwe ya YJA-Star a xwediyê hêz û tecurbe em hatin çiyayê Şengalê. Tayîbetî jî di dema fermanê de jinên ku YJA-Star rizgarkirine ji bo me tecrube yek mezine.
*Weke hêza leşekerî di Şengal û Rojhilata Navîn de hun çî pîlan dikin?
Di derbarê çeperên me yên Şengalê de Rêber Apo gotiye 'Qazanca Şengalê; qazanca Rojhilata Navîne.' Li ser vê dahurînê serketinên çeperên me yên Şengalê ketina rojevê ya amadekariyên çeperên me yên vekirina Rojhilata Navîne. Di serî de her çendî ku navenda Şengalê hatiye rizgar kirin jî, lê li aliyê başurê wê hîna gund û herêmên jiyanê mane bên rizgarkirin. Ji bo wê jî hîna navend bi xwe jî ne bi ewleye. Divê ew baş bikeve ewlehiyê ku welatî bikarin têde bicîh bibin. Bi cewherî aramca me ya sereke azadkirina gundên Şengalê ye ku navend jî têkeve bin ewlehiyê. Li gel van jî di sala 2016'an de armanca me ewe ku em YBŞ û YPJ-Şengal mezin bikin. Dê ev hêz bibin temînata azadiya gelê êzidî. Emê bi vê hişmendiyê heza xwe ya leşkerî bi rêxistin bikin.
'Dê tekoşîna me ya wekhevî û azadiyê berdewam bike'
Em dizanin hîna li serê Rojhilata Navîn di serî de DAIŞ gelek bela hene. Li hemberî van çeteyan di demên herî zêde mirov bê hêvî û bawerî ketî de jî hêzên HPG û YJA-Star tekoşîna hêviyê dan. Li hemberî çeteyan tekoşîna rastiyê dayîn em hatin dîtin. Ji bo wê ye bêgoman tenê peyîwira me azadiya Şengalê nîne. Ev çeteyane li kîjan deverê serê mirovan bibe bela, li wê bûyîn peyîwira me ya serekeye. Ser vî bingehî di serî de tevahî Rojhilata Navîn, Îraq, Şengal, Musul, Tel Afer Beac emê li hemberî çeteyan tekoşînê mezin bikin. Ji ber hebûna çeteyan li van deveran tê wateya her dem gelê me yê êzidî dibin fermanê dene. Ji bo wê jî li herêmê berpirsiyariya me ya giring heye. Di sala nû de em soza xwe ya ji bo hemû gel, bawerî, mezheb û jinan her tişt kirinê nû dikin û em bang li her kesê dikin ku di nava vê tekoşînê de cîh bigirin.
(zt)