Carekdinê meşa Botanê asteng kirin

11:49

JINHA

ŞIRNEX - Meşvanên Botanê ya bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA'yê dest bi meşê kirin careke din ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Koma ku di nav de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê jî hene û ji bo êrîş û dorpêça li navçeyên Botanê bişikênin ji Amedê derketin rê li navçeya Hezex a Şirnexê carake din ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Koma ku duh xwestin bikevin navçeyê hatin astengkirin û ji hevdîtinan jî encam negirtin vegeriyan Mîdyadê, serê sibehê careke din derketin rê. Kom li gundê Sarê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin û hate gotin ku ketina wan a Hezexê hatiye qedexekirin. Polîsên ku kontrola nasnameyan kirin jî gotin dê destur nedin wesayîtan.

Li aliyê din 50 kesên ku di nav de parlamenterê HDP'ê Alî Atalan jî heye û ji Midyadê derketin jî ji derketina Midyadê hatin astengkirin.

Sekna meşvanên Botanê berdewam dike.

(zt)