Sur 7 saetin rastî êrîşa topbaranê tê

12:10

JINHA

AMED - Navçeya Sûrê yê ku 34 roj di bin dorpêçê de ye, ji saetên sibê heya niha ser navçê êrîş didome. Dengê topbaranê li navçê bilind dibe û bi çekên giran êrîşê ser taxan tên kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dorpêç û qedexeya derketinê di roja 34'an de didome. Êrîş li hember navçê yê ku sibe saet 05.00'an de despêkirî bê navber berdewam dike. Dengê topbaranê li tevahî bajêr tê bihîstandin. Hêzên dewletê bi çekên giran û topan bê navber êrîşê navçê dikin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li dora Bazara Mast, Hasirli, Mizgefta Kurşunli û Yenîkapi êrîş 12'e saetin êrîş didome.

Li Bîsmîlê protestoya Sûrê

Li aliyê din ji bo êrîşên hember Sûrê şevê din welatî li Bîsmîlê çalakiyê protesoyî li darxistin. Welatiyên ku rêyê Êlih û Amedê ji trafîqê re girtin, bê navber dirûşmeyê "Bijî berxwedana Sûrê", "PKK'ê gele gel li vire" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Welatiyên ku nêzî nîv saet rê girtibûn, rastî êrîşa polîsan yê ava şit, bombeyên gazê û guleyên rast hatin. Piştî êrîşa polîsan pêvçûn despêkir û heya derengiya şev berdewam kir.

(rc)