Welatiyê li Cizîrê birîndar bû jiyana xwe jidest da

13:04

JINHA

ÊLIH - Welatiyê bi navê Kazim Tong ê li Cizîrê di encama êrîşa polîsan de ji serê xwe bi giranî birîndar bûn li Êlihê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Kazim Tong ê di 30'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama êrîşên hêzên dewletê de birîndar û li Êlihê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kazim ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Cenazeyê Kazim piştî otopsiyê ji bo bê definkirin dê bişînin navçeya Qilabana Şirnexê.

(zt)