‘Em heta cenazeyê xwe negirin dev ji çalakiya xwe bernadin’
13:05
Nurcan Yalçin/JINHA
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo cenazeyên xwe bigirin, malbatên ciwanên bi navê Mesut Sevîktek û Îsa Oran ê ku li navçeya Sûrê ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatin qetilkirin berdewam dike. Malbatên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine helwesta xwe bi van hevokan anîn ziman: “Em heta cenazeyê xwe negirin dev ji çalakiya xwe bernadin.”
Li navçeya Sûra Amedê bê navber ev 34 roje êrîşên polîs û cendermeyên dewleta tirk berdewam dike. Di 23’ê kanûnê de ji aliyê çeteyên AKP’ê ciwanên bi navê Mesut Sevîtek û Îsa Oran hatibûn qetilkirin hê jî cenazeyên wan radestî malbatê wan nehatiye kirin. Piştî qetil kirina Mesut û Îsa di 30’ê kanûnê de jî ciwanê bi navê Ramazan Ogut ê 16 salî hat qetilkirin. Heta niha jî cenazeyê wan radestî malbatê wan nehatiye kirin. Ji ber vê yekê malbatên ciwanên ji aliyê çeteyên AKP’ê ve hatine qetilkirin li avahiya ÎHD’ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Malbatên di greva birçîbûnê dibêjin ku ew heta cenazeyê xwe negirin dest ji çalakiya xwe bernadin.
Dayika Îsa Oran Zahîde Oran bal kişand ser 13 roje ku cenaze zarokê xwe negirtiye û wiha got: “Ev 13 roja ez nikarim cenazeyê zarokê xwe veşêrim. Ev wijdaneke çawaye vî tiştî qebûl dike. Di kija pirtûka pîroz de dinivisîne ku cenaze nayê dayîn? Dibêjin em mislimanin ev çi mislimaniye. Bila Emîne Erdogan dengê me bibîhîse. Em ê heta cenazeyê xwe bigirin greva xwe berdewam bikin.”
Xwişka Mesut Sevîktek Guler Sevîktek jî got ku ew 3 rojin di greva birçîbûnê de û wiha pê de çû: “Ne tenê 3 roj em heta 30 roja jî bimînin heta em cenazeyê xwe negirin em dev ji greva birçîbûnê bernadin. Di vê zivistanê de cenazeyê zarokên me ev 13 rojin li erdê ne. Dilê kîjan dayikî vê rewşê dikare rake? Ger ku dilê me ne êşiyana me bedena xwe li ber mirinê ranedixist. Her roj bi dehan sivîl tên qetilkirin divê herkes dengê xwe ji vê zilmê re derxe.”
Meta Ramazan Ogut Zara Baran destnîşan kir ku rawestandina vî şerî li benda talîmata serokomar Erdogan e û wiha axivî: “Xwedê heqê me ji Erdogan re nehêle. Emrê vî şerî Erdogan da. Erdogan ji kurdan re dibêje “terorîst” terorîstê mezin Erdogan bi xwe ye. Her roj bi tang û topan êrîşî me dike. Gelê sivîl qetil dike. Ev ne mislimaniye. Heta em zarokên xwe nestînîn em dest ji greva xwe ya birçîbûnê bernadin.”
(fk/rc)