Li Silopiya êrîş berdewam dike: Gelek kes girtin binçavan
13:22
JINHA
ŞIRNEX - Li ser taxên Barbaros û Şehîd Harun ên Silopiya bi tang û topan êrîş giran berdewam dike. Li Taxa Barbaros polîs û leşkeran nêzî 7 hezar welatî bi zorê ji malên wan derxistin û gelek ciwan girtin binçavan. Nayê zanîn ku ciwanê hatine girtin bi ku de birine.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê berxwedana gel a li dijî êrîşên dewletê di roja 22'yemîn de ye. Leşker û polîsên nikarin berxwedanê bişikênin bi topan êrîşî taxan dikin. Li taxên Barbaros û Şehîd Harun ji duh şevê heta niha bi tankan ve tên topebarankirin. Li taxa Barbarosê ji duh heta niha nêzî 7 hezar mirov bi zora çekê ji malên xwe hatin derxistin û birin salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê û li vir jî ji bo ku Sîlopiyê biterikînin pêkûtî li wan tê kirin. Hate hinbûn ku hemû welatiyên ku birine salona sporê ji kontrola GBT hatine derbaskirin û zêdetirî 20 ciwan hatine binçavkirin. Der barê ciwanên ku hatine bin çavkirin birine kû derê de agahî nehat girtin, malbat ji ewlehiya canê zarokên xwe bi fikar in. Hin ciwanên ku hatine binçavkirin ev in: Omer Yîgît, Velî Yîgît, Bedran Yîgît, Abdullah Tanguç.
Li taxa Yeşîltepe jî ji ber topebaranê 20 kesên ku ketine bodruma malê li dijî bê avbûnê têdikoşin. Li bodruma ku tiştekî xwarinê jî nemaye, ji ber ku mama jî xilas bûye welatî ava bi şekir didin zarokan.
Ligel êrîşan li taxên Barbaros, Şehîd Harun û Karşiyakayê berxwedana gel berdewam dike.
(zt)