Li şona koçberan leşker di Kampa AFAD'ê de bicîh kirin
14:08
JINHA
MÊRDÎN – Kampa AFAD'ê ya ku ji bo koçberên Suriyê û welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn beriya du salan hatibû avakirin, di van rojan de hate valakirin û hemû welatiyên lê dijiyan birin kampa AFAD’ê ya Midyadê. Piştî ku kamp hate valakirin şûn ve tije tîmên taybet û leşker hatin kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêz û rayedarên dewletê ji bo qetliyamê planên nû dixe dewrê û amadekariyên şerê topyekûn dike. Li gundê Dala yê bi ser Nisêbînê ve ku 5 kîlometrê dûrî navenda navçeyê ye kampa AFAD’ê ji bo pênaberên Suriyê û koçberên Êzidî ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçber bûbûn, beriya du salan hatibû avakirin. Kampa koçberan di van rojan de bi temamî hate valakirin û hemû welatiyên koçber birin kampa AFAD’ê ya Midyadê. Piştî ku kampa li Nisêbînê hate valakirin, tije polîsên tîmên taybet, maşîneyên zirxî û leşker kirin û kamp kirine baregaha hêzên dewletê. Balkêşe ku tabeleya AFAD’ê di têketina kampê de hatibû daliqandin jî hatiye jêkirin.
Kampa ku wek baregeh tê bikaranîn, di rojên dawî de gelek tîmên taybet û leşker yên ku ji bajarên cûda tên Nisêbînê li kampê hatin bicihkirin. Her roj liv û tevgera maşîneyên zirxî ya ku diçin kampê û derdikevin balê dikişîne ser xwe. Li gorî çavkaniyên heremî agahî dan diyar kirin ku di rojên dawî de gelek sewqiyata leşker û tîmên taybet sewqî kampê dikin û got ku valakirina kampê û bicihkirina hêzên dewletê amadekariya şerekî berfireh a ji bo Nisêbînê ye.
Di qedexeyên bihûrî de ligel ku welatiyên Êzidî li kampê dijiyan jî lê gelek tîmên taybet û leşker hatibûn bicihkirin û wê demê jî wek baregaha leşkerî û polîsan dihat bikaranîn. Bi mehane kamp wek baregeh tê bikaranîn.
(bg/zt)