Bi gefa kuştinê welatiyan ji Cizîrê derdixin
14:15
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê li taxa Cudî ya Cizîrê topebaran dan destpêkirin. Bi sedan welatiyên ku ji malên xwe bi gefa kuştinê tên derxistin sirgunî derveyî navçeyê tên kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku hêzên dewletê nikarin berxwedana gel bişikênin, polîtîkaya sirgunê xistin dewreyê. Tankên ku li girê Cahferî Sadik hatine bi cihkirin taxa Cûdiyê topebaran dikin. Ji ber topebaranê serê sibehê bi dehan mal hatin xirakirin û ji bo ku gel navçeyê bikerikînin bênavber anons tên kirin.
Welatiyên ku li dijî êrîşên 22 roj in li ber xwe didin jî ji bo malên xwe neterikînin têdikoşin. Hêzên dewletê yên ketine taxa Cudiyê jî bi zorê gel ji malên xwe derdixînin. Hêzên dewletê yên ku naterikînin bi tuştinê tehdîd dike û bi sedan kesan di bin navê kontrola nasnameyan de bi saetan li kolanan dide rawestandin. Gelek welatî li ser pira cemê Dîcleyê ya taxa Konakê tên rawestandin û li vir kesên ku kontrola nasnameyan bi dawî bû jî sirgunî derveyî navçeyê tên kirin.
Topabarana li ser taxa Cudî kêlî bi kêlî di qamereyan de tên qeyîdkirin. Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) jî bersivê dide êrîşên ku bi top û çekên giran tên kirin.
(zt)