Dê gelê Amedê li hember qirkirinan li kolanan be

14:21

JINHA

AMED - Welatiyên Amedê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê dê îro şunde ji bo şermezarkirina terora dewletê û qedexeyan dê dakevin kolanan. Li bajar dê her roj çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin û di 6'ê çileyê de jî ber bi Sûrê meş bê lidarxistin.

Welatiyên Amedê ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li dijî navçeyên Sûr, Sîlopî û Cizîrê dê dakevin kolanan. Bi pêşengiya HDP û DBP'ê îro şunde saet di 18.00'an de her roj çalakiya dengderxistinê dê bê lidarxistin û gel dakeve kolanan. Çalakiya herî girseyî jî dê sibehê pêk bê. Li hemû navçeyan saet di 16'an de ber bi qaymeqamiyan ve meş bê lidarxistin. Di 6'ê çileyê de jî bi beşdariya hezaran kesan ber bi navçeya Sûrê dê meş bê lidarxistin. Saet di 13.00'an de gelê Amedê li qada Batikentê kom bibin û ji bo piştgiriya Sûrê heta Deriyê Rihayê bimeşin.

(zt)