Li Amedê welatiyek din jî birîndar kirin
17:19
JINHA
AMED - Li Yenişehirê dema ku polîsan her der gulebaran dikir de welatiyê bi navê Mehmet Oyan ji pişta xwe birîndar bû.
Li Amedê polîs li derveyî navçeya Sûrê jî êrîşê gel dike û welatiyan bi çekan birîndar dike. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bêyî ku tu çalakî an jî bûyer hebe polîsan gule reşandin ser welatiyan. Di êrîşê polîsan de welatiyê bi navê Mehmet Oyan ê ku li derdora Hala Kevin li ser tebleyê pêlavan difiroşe ji pişta xwe birîndar bû. Welatiyê ku ji pişta xwe birîndar bû ji aliyê welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî.
Li semta Şehîtlîk a Yenîşehîrê jî zarokê bi navê Yusuf Tatar (6) ji guleya ku li serê wî ketibû birîndar bibû. Li navçeya Rezan jî îro di saetên sibê de welatiyê bi navê Abdurrahman Yakut ji rûyê xwe birîndar bibû.
(zt)