Ji bo Cizîr û Silopiya banga lezgîn
17:19
JINHA
ŞIRNEX - Rêxistinên DBP û HDP yên Şirnexê daxuyandin ku Cizîr û Sîlopî bi qatlîamêke mezin re rû bi rû ne û banga "xwedîlêderketina lezgîn" kirin. Gelê Şirnexê jî hate xwestin ku tevli meşa sibehê bibin.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kiliç, Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Yahya Îdîn, parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Îbrahîm Ayhan, Adem Geverî, endama PM a HDP'ê Yuhanna Aktaş ji bo navçeyên Cizîr û Sîlopî yên ku di bin êrîşên Hêzên dewletê de ye li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Yahya Îdîn ve hate dayîn û banga "Bi taybetî Sîlopî bi qatlîamekî mezin re rû bi rû ye. Kî dikare çi bike. bila bike, bila bikeve nave tegerê" kir.
Yahya bilêv kir ku li Cîzîr û Sîlopiyê qatlîam û qedexe ketine roja 23'yan û nêzî 50 jin, zarok, zarokên hêj ji dayîk nebûne, ciwan hatine qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûne, bi hezaran kes bi zorê tên koçberkirin. Yahya destnîşan kir ku tabloyeke salên 90'an a şewitandina gundan, bi zorê koçberkirin, qatlîam niha li Cizîr û Sîlopiyê tên jiyin. Yahya anî ziman ku niha Sîlopî û Cizîr bi qatlîamekî mezin re rû bi rû ye bi taybetî jî dixwaze balê bikişîne li ser rewşa Sîlopiyê. Yahya got ku bi tank, top û çekên giran ve bi rojan e êrîş tên kirin û nirxandina "Ev êrîşên ku ji çar aliyan tên kirin hatine asta qatlîamekê pêk bînin" kir.
Yahya bang li ray giştî ya welatparêz û demokratîk, gelên Tirkiye û Kurdistanê, kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn kir û wiha got: "Êdî divê pêşiya qatlîama mezin a li Sîlopiyê bê girtin. Divê qatlîama ku tê xwestin li Sîlopiyê bê kirin bê rawestandin."
Yagta bang li bajarên nêzî Cizîr û Sîlopiyê kir û xwest li dora Cizîr û Sîlopiyê kom bibin û xwest ku bi taybetî jî li Mêrdîn, Amed, Sêrt, Êlih û hemû herêmên Serhedê bikevin nava tevgerê. Yahya got ku roj roja berxwedanê ye.
Yahya bang li welatiyên Şirnexê kir û xwest tevli meşa ku dê saet 13.00'an de li ber avahiyên HDP û DBP'ê dest pê bike bibin. Yahya anî ziman ku divê hemû gelê Şirnexê ji bo Cizîr û Şirnexê rabe ser piyan.
(zt)