'Sakîne, Fîdan û Leyla kûlîlkên azadiyê ne'

09:00

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Gûlîxan Tahîr bi armanca rasthatina salvegera komkujiya Parîsê de nirxandin kir. Gûlîxan got, "Qetilkirina hersê jinên siyasetmedar û şoreşger têkoşîna me bi hêztir dike li hember dagirkeriya desthilatdariyê. Heya ku bûyer neyê rûnî kirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi tevahî cîhanê em ê bidin bihîstandin.

Beriya niha bi sê salan di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê 3 şoreşgerên jin ên Kurd bi guleyên li serê wan hatin xistin, hatin qetilkirin. Bi armanca rast hatina salvegera komkujiya Parîsê Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star yê bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Gûlîxan Tahîr nirxandin kir û kiryarên hovane şermezar kir. Gûlîxan destnîşankir ku komkujiya hovane dervî rêgezên ehlaqî pêk hatiye û wiha got, "Divê hêzên tarî û desthilatdar baş bizanibin ku têkoşîna jin her ku diçe mezintir û bi hêztir dibe. Li hember pergala desthilatdariyê têkoşîn û berxwedana me yê azadiyê wê bilind be."

'Têkoşîna jina Kurd bi dawî nebûye'

Gûlîxan diyar kir ku welatê Fransa xwe wek welatek ku azadiya jin dide nasîn lê belê kiryarên herî hov û dervî ehlaq ew bi xwe pêk tîne. Gûlîxan wiha domand, "Dervî tevgera azadiya jin tu welat bîrdozî û mafê jin nasnake. Em wek jinên Kurd dibêjin têkoşîna me bi dawî nebûye. Qetilkirina hersê jinên siyasetmedar û şoreşger têkoşîna me bi hêztir dike li hember dagirkeriya desthilatdariyê. Heya ku bûyer neyê rûnî kirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi tevahî cîhanê em ê bidin bihîstandin."

'Sakîne sembola azadiya jinê ye'

Gûlîxan da zanîn ku Sakîne rêhevalê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû û wiha pêde çû, "Komkujiyek bi plankirî bû. Rêhevalê Rêbertî hedef girtin tê wateye êrîşa herî mezin a li hember tevgera jinê ye. Divê were zanîn Sakînek şehît ket lê bi hezaran Sakîne avabûn û cihê xwe di nava rêwîtiya têkoşînê de girtin. Sakîne sembola azadiya jin û stêrka esîmanaye. Sakîne Fîdan û Leyla kûlîlkên azadiyê ne." Gûlîxan di dawiyê de anî ziman ku Sakîne xwe bi felsefe û bîrdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan avakiriye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Sakîne bi sekna xwe li hember pergala koletiyê pêşenga têkoşînê kir. Em ê heya dawî xwedî li têkoşîn û sekna hersê jinên şoreşger derkevin."

(rc)