Jinên Colemergê: Em ê xwedî li têkoşina sakineyan derkevin

09:01

JINHA

COLEMERG - Jinên ciwan ên Colemergê 3'mîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi tund şermezar kirin û bilêv kirin ku heya jin hebin dê di şopa jinên şoreşger de bimeşin.

Di 9'ê Çileya 2013’an li paytexta Fransayê Parisê sê siyasetmedarên kurd e Sakînê Cansiz, Fîgen Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê hezên tarî vê bi hovanê hatin qetîlkirin û kujer heya niha ne hatin dîtin û darizandin. Sakîne, Fîgen û Leyla yên ku bûn sembola azadiyê qetîlkirina wan ji aliyê jinan ve li çar parçeyên Kurdistanê bi tund tê şermezar kirin. Jinên ku her sal bi çalakiyan qetlîamê şermezar dikin dê îsal jî li qadan bin û qetlîamê şermezar bikin. Jinên Colemergê jî qetîlamê şermezar kirin û diyar kirin ku dê heya dawiyê şopdarên pêşengên xwe bin.

“Em Sakineyan jibîr nakin û nadin jibîr kirin”

Jina bi navê Leyla Bozyel (18) anî ziman ku ew bi saya têkoşîn û şoreşa sakîneyan fêrî berxwedana azadiya jinê bûne û got ku hemû dewlet ji jinên bi rêxistinkirî ditirisin, loma qetil dike. Leyla axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo azadiya civakê jin têkoşina û berxwedana jinê gelek giring e û jin jî ji bo vê di nav liv û tevgerê dene. Lewra dewlet ji hêza jinê dîtirse û tirsa xwe bi qetlîaman dide pêş. Sakîne, Leyla, Fîdan û Ekîn Wan mînakek ji vê tirsê ye. Ez bi rêzdari Sakîne Leyla û Fidanan bibir tinim."
Leyla tevahî têkoşînên jin bi bîrxist û got ku têkoşina wan ji bo me bûye ronahî û em tu çarî sakîneyan ji bîr nakin.

“Tu hêz nikare berxwedana jinan bişkîne”

Jina bi navê Zîlan Sevî (16) jî da zanin ku jinên ciwan di her qadê de xwe rêxistin dikin ev ji bi saya sakineyan e û wiha axivî: "Di sê jinên şoreşger li navenda Parîsê bi hovane hatin qetîlkirin. Lê heya niha kujer nehatiyê girtin û darizandin. Ew difîkirin ku dê bi kuştin û qetîaman hêza gelê kurd tune bikin. Lê berovajî wê kurd û jinên kurd bi xurtir bûn. Niha jin bi rihê Sakineyan li qadan in û li ber xwe didin. Tu hêz nikare berxwedana jinan bişkîne."

'Heya jin azad nebin em dev ji berxwedanê bernadin'

Jina bi navê Derya Temel (17) jî salvegera qetlîama Parîsê bi tund şermezar kir û ani ziman ku jin niha bi rihê sakineyan dimeşin û ev tişt got: "Ji bo me jinan sala 2013’an sala herî xemgîn bû. Lê em jin tu car dest ji berxwedan û şoreşê bernada û heya jin azad nebin jî bernadin. Heya ku em hebin em ê riya Sakineyen da bimeşin.”

(zyd/ho/rc)