Hevalên Îsa Oran: Em cenazeyê hevalê xwe dixwazin
09:03
Handan Tufan/ JINHA
ÎZMÎR - Xwendekarê Zanîngeha Dokuz Îlonê yê Beşa Kîmya Îsa Oran, berî du salan dev ji xwendinê berda û li pay xeyalê xwe ket. Îsa di Berxwedana Gezî de û tevahî çalakiyên ciwanan de li pêş bû, hevalên wî derbarê jiyanê wî de peyivîn û wiha gotin, "Em cenazeyê hevalê xwe dixwazin. Ev mafê me yê herî raweye."
Li hember dexwaziya xwerêveberinê dewlet bi komkujî bersiv dide û cenazeyê welatiyên bi rojan li kolanan tên rawestandin. Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li ber çavê her kesî li nava kolanan hat ragirtin, niha jî 13'e rojin li navçeya Sûrê cenazeyê Îsa Oran û Mesut Sîvîktek tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku bên veşartin. Her canek ku tê qetilkirin li dûv xwe çîrokek dûv dirêj heye. Xwendekarê Zanîngeha Dokuz Îlonê yê Beşa Kîmya Îsa Oran, berî du salan dev ji xwendinê berda û li pay xeyalê xwe ket. Îsa ji bo parvekirina cîhana gerdûnê xwe ket rê. Îsa pêşengiya gelek çalakiyên li Îzmîrê kiriye, yek jê jî berxwedana Geziyê ye. Hevalên Îsa ên ku qala xeyal û bêrîkirinê Îsa dikin, cenazeyê hevalê xwe dixwazin.
'Li kur derfet û dem heba hêzê xwe datîna holê'
Zeynep Can da zanîn ku dema ew Îsa dît, naskir û wiha got, "Bêdeng bû lê belê dikarî her mijarê bi mirovan bide fêmkirin. Me heman zanîngeh xwend. Lê ez ser dexwazê wî derbasî heman zanîngehê bûm. Dema ku Îsa tiştek bêje, ne mûmkine mirov vala derxe. Di hewira zanîngehê de ne mûmkine ciwan neyên guhertin lê belê Îsa bi seknek xwe hebûna xwe dabû rûnişkandin. Bi rengê xwe tevdigerî. Sekin û vîna wî bi hêzbû. Gelek xwendekar ji sekna wî a bi biryardarî bandor bûn. Li kur derfet û dem heba hêzê xwe datîna holê. Di demê xwede helwesta xwe nîşan dida."
'Herî zêde pirtûk xwendin hezdikir'
Zeynep destnîşan kir ku bertekê Îsa li hember pergalê gelek bi hêzbû û wiha pêde çû, "Piştî hatina Îzmîrê bi yek carê ket nav xebatê. Pêwîst nedikir ku kes wî birêxistin bike, ew bi xwe tercîha pêşengiyê dikir. Di betlanê de em diçûn ba malbatên xwe lê Îsa xebat tercîh dikir û dima. Rojname belavdikir û bi malbatan re hevdîtin pêk tanî, di heman demê de bi hevalên girtîgehê re mijûl dibû. Herî zêde pirtûk xwendin hezdikir. Kesayetek bi têkoşînvan û kedkarbû. Gelek kes bi seknê xwe guhert. Hewirdora Îsa ji ber kedê dayî mezine. Em cenazeyê hevalê xwe dixwazin. Ev mafek me yê herî raweye."
'Ev pêkanîn sûcek dijî mirovahiyê ye'
Turan Yildiz diyar kir ku ew di nava xebatê zanîngehê de Îsa naskiriye û wiha got, "Fedakartî û hêrsa wî a serkeftinê balê min kişand despêkê. Bandorek mezin li ser me çêkir. Gav paşve nadavêt her dem xebat esas digirt. Bi rojane cenazeyê wî li Amedê erdê tê ragirtin. Dewlet bi zanabûn radestî malbatê nake. Ev pêkanîn sûcek dijî mirovahiyê ye. Divê cenaze bi dimildestê radestî malbat û me bê kirin. Ji bo girtina cenazê çi pêwîst be em ê bikin."
'Ev ne pirsgirêkê yek kesî me tevahî eleqedar dike'
Ozlem Gunduz jî bilêvkir ku tevahî xwendekarên ku malê wan nînbûn Îsa digirt ba xwe û wiha berdewam kir, "Jiyanê li hev parve dikirin. Ji roja despêk heya dawî sekna wî yek û zelalbû. Armanca wî diyar bû. Bandorek mezin li ser me avakir. Biryarbûna wî ji sekin û xebatê wî diyar dibû. Bi leystina ser cenazeyên me, difikirin ku bi vîna me henekên xwe dikin. Li tu deverê cîhanê cenaze ewqas roj ne hatî ragirtin. Ev helwestek dijî mirovahiyê. Di tu zangonan de îzahê vê yekê nîne. Di kijan mercê şer dibe bila bibe, cenaze tên girtin û mafê veşartinê heye. Ez bang li parazvanên mafê mirovan, dayîk û ciwanan dikim, ev ne pirsgirêkê yek kesî yê me tevahî eleqedar dike."
(rc)