Girtiyên PAJK'ê: Em qirkirina Parisê jibîr nakin
09:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girêdayî qirkirina Parisê girtiyên PAJK'ê daxuyanî da û gotin: "Ên ku dixwestin bi qirkirina Parisê nasnameya jina azad tine bikin, bila baş zanibin, pêşengên me çawan li ber xwe dan û serî ne tewan din emê jî li ber xwe bidin û serî netewînin."
Li ser navê girtiyên PAJK'ê di derbarê qirkirina Parisê de Kajîn Perî daxuyaniyek weşand. Kajîn diyar kir ku di kesayeta sê jinên şoreşger de qirkirin ser hemû jinan hatiye kirin û wiha domand: "Ji bo tevahî kurdan û tayîbetî jî jinên kurd 9'ê Çileya 2013'an qirkirina Parisê wek rojek tarî cihê xwe di dîrokê de girt. Qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd rihên reş ên deshilatiya hovane derxist pêşberî mirovahiyê. Di kesayeta her sê rê heval û pêşengên me Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de xwestin nasnameya jina kurd a berxwedêr û azad tine bikin. Ji ber ku jina azad tirsa nava dilê wan a herî mezine.
Lê jinên kurd her dem pêşengên xwe şopandine. Îro jî li hemû devera ku kurd lê dijîn, bi pêşengiya jinan tekoşînek bi nasnameya jina azad tê meşandin. Şoreşa Rojava mînaka herî li ber çavane. Dîsa li bakur li hemberî êrîşên hovane jin cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de digirin. Ên ku dixwestin qirkirina Parisê nasnameya jina azad tine bikin, bila vê baş zanibin, pêşengên me çawan li ber xwe dan û serî ne tewan din emê jî li ber xwe bidin û serî netewînin. Em li kubin li ser rêya gihiştina heqîqetê li peyî şopa şehîdên xwe emê tekoşîna xwe xurtir bikin. Daku em bigihîjin jiyanek azad.
Em weke girtiyên ji doza PAJK'ê tên girtin di salevegera qirkirina Parisê de em her sê rêhevalên xwe bi bîrtînin û qirkirinê lanet dikin. Çiqas dem bi ser de bibore jî emê wan hevalên xwe ji bîr nakin û em soza bilindkirina tekoşîna wan didin."
(zt)