Li Girtîgeha Rihayê îskence berdewame
09:09
JINHA
NAVNEDA NÛÇEYAN - Girtiyên jinên Girtîgeha Karataşa Edenê bi rêya nameyekê dan zanîn ku du hevalên wan ên ji Girtîgeha Rihayê anîne gel wan rastî îskenceya zayendî hatine.
Li Girtîgeha Rihayê îskence berdewam dike. Du jinên bi navê Seyran Demir û Sabiha Onar ên li Rihayê hatin binçavkirin li Girtîgeha Rihayê rastî îskence û tindiya zayendî hatin. Piştî îskenceya dibin çavan de her du jin şandin Girtîgeha Karataşa Edeneyê. Girtiyên jinên li Girtîgeha Karataşa Edenê dimînin bi rêya xizmên xwe di derbarê îskence ya li Girtîgeha Rihayê ser Seyran û Sabiha hatî kirin nameyek dan derve û diyar kirin ku du hevalên wan dibin çavan de rastî îskencê hatine.
Name wihaye: "Çiqas diçe hijmara me zêde dibe. Du heval ji Rihayê anîn vêderê. Heval Seyran Demir û Sabîha Onar. Ev her du heval jî di bin çavan de îskence û tundiya zayendî dîtine. Seyran Demir berê demekê di girtîgehê de maye. Ji ber ku nexweşiya losemî pêre hebûye, ew berdan. Lê ji ber ku dosiyaya wê li darazê hatiye erê kirin wê li Rihayê girtin binçavan. Bi awayê hovane nêzî wê bûne. Çavê wê girêdane û li ser masê emelyatê dirêj kirine. Ji ber ku nexweşiya wê ya berê nizanîbûn, ji bo bitirsînin jêre gotine emê te emelyat bikin. Wê demê Seyran pir tirsiyaye û zimanê wê asê maye. Paşê wê derxistine dozgeriyê.
Dozger gotiye; 'Pêdivî tinebû we banîbana gel min, cezayê wê hatiye erê kirin wê bibin girtîgeha Rihayê.' Ew birine Girtîgeha Rihayê û xistine hucrê. Paşê ji wê derê jî sirgunî gel me kirine."
(zt)