Li Şirnexê 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin

09:22

JINHA

ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê tîmên taybet êrîşî taxa Dîcleyê kirin û 2 kes qetilkirin. Berxwedana gel a ji bo girtina cenazeyan berdewam dike.

Hêzên dewletê yên ku nikarin li Cizîr û Sîlopiyê berxwedana gel bişikênin vê carê jî li navenda Şirnexê êrîşî taxa Dîcleyê kirin. Tîmên taybet ên bi wesayîta zirxî tax gulebaran kirin 2 kes qatilkirin. Cenazeyên 2 kesên hatin qetilkirin ji ber êrîşan nekarî bê wergirtin û li erdê man. Gel ji bo cenazeyan werbigirin ber bi taxê ve meşiyan. Polîsan êrîşê gelê ku xwest cenaze bigirin kirin. Berxwedana gel a ji bo girtina cenazeyan berdewam dike.

(zt)