Li Cizîrê jiyankirin berxwedana herî mezine

10:06

Mizgin Adım/JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê hemû berfê hemû gir girtine, çiyayên Cudî û Gabarê bi heybet û sipîne. Berxwedêrên 23 rojin di berxwedanê denin dibin bombabaranê de ketin sala nû. Li Cizîra ku bi çavê dijminan li zarokên hîna nehatine dinê dinêrin Sibela 17 salî bang li bêdengan kir.

Li Cizîrê berxwedan di roja 23'an de berdewam dike. Bi rojane êrîşên giran ser Cizîrê hene û hemû qadên jiyanê di hedefê dene. Bi sarbûna hewayê re jiyan hîn zêdetir giran bûye. Li Cizîrê şeva ser salê berf dibarî. Li Cizîrê pir kêm caran berf dibare, lê barîna berfê kesê kelecan nake. Tenê barîna berfê qada sekvanan teng dike, çend saetan bêdengî hebû zarok ji xwe re bi berfê lîstin. Em daketin deverek bilind li Cizîrê dinêrin û bi veşartî dîmenan digirin. Em bi veşartî dikêşin, ji ber ku tenê sîberek me jî bibîne gulebaran kirina me û piştî qetilkirinê 'terorîst' îlan kirina me qet ji bo wan ne zore. Li Cizîrê bi xwe berf nesekinî lê derdora wê bi berfê hatiye girtin. Çemê Dîcle li gel bilindiya çiyayên Cudî û Gabarê bi hemû heyîbeta xwe li pêşberî mene. Ji bo demek kin em vî dîmenên xweş dibînin, wê carekdin bombabaran despêbike, mal bên hilweşandin. Dê cardî ji malên ber peravên Dîcleyê duman bilind bibe û emê cardin dest bi duayên kes di wan malan de nebin bikin. Ji banê hinek malan li gel hemû giraniya şer jî dumana sobê bilind dibe. Di nava şer de wiha girêdana jiyanê hêzê dide her kesê.

Heya zarokên nehatine dinê jî 'dijminin'

Li Cizîrê Obus, top, bomba, doçka A-4 û gelek çekên giran tên karanîn. Hemû dengê wan, parçeyên wan, dîtina wan û navê wan giraniya vî şerî bi me dide hînkirin. Em hînî tiştekdinê jî dibin li gorî wan her kes û her tişt li Cizîrê 'dijmin' e. Ji zarokên di zigê dayîka xwe de heya zarokên 4 mehî û kalê wan ên wan dibin nexweşxanê... Kazimê arê zarokên wî qediyayî ji bo girtina ar çuyî dijime, xebatkarê tenduristiyê yê ku di jiyana xwe de çek negirtiye, li Taxa Nur tenê sucê wî pêçana birînên birîndaran Aziz jî dijmine. Ji bo wê ye li Cizîrê navê jiyanê êdî dibe berxwedan. Cizîr ne terikandin û li Cizîrê jiyan kirin bi xwe berxwedana herî mezine. Li gel her tiştî jî li Cizîrê jiyan berdewam dike.

Ne terikandina Cizîrê berxwedana herî mezine

Hevseroka Meclisa Cizîrê Asya Yuksel di malekê de ji bo jinên taxên xwe naterikînin û bi hemû hêza xwe ji bo herikîna jiyanê kedê didin civîn çêdike. Asya diyar kir ku ew dibin dengê tang û topan de jiyan dikin û got: "Jin pêşengiya vê berxwedanê dikin. 40 salin jin pêşengiya tekoşînê dikin. Dewlet bi hemû tang, top û hêza xwe êrîşî ser me dike. Ev jî têr nake şerê derunî ser me dide meşandin. Li gel van hemûyan jî li Cizîrê nikare pêşde biçe. Erê malên me dişewitînin, hildiweşînin lê nikarin pêşde biçin. Ew difikirin ku dê me biqedînin, lê em naqedein. Ew niha me hemûyan li vêderê qetil bikin jî em na qedin."

Asya bilêv kir ku dema dewlet li Cizîrê sivîlan qetildike weke 'me li PKK'ê xist' didin derve û wiha domand: "Li vêderê PKK zaroka 5 mehî û kalê wê yê wê dibe nexweşxanêye. Gelo paqijiya ku Davutoglu qal dike eve? Em mafê xwe dixwazin. Parastina Cizîrê parastina cewheriye. Bi qasî qetilkirina carokan dewlet har bûye. Ev tê wateya windakirina wan. Axa Cizîrê ji bo me meseleya şerefê ye."

Em li kolanê rastî Sibela 17 salî hatin. Sibel şeva sersalê helbestek nivîsiye. Mijara helbesta Sibel girêdayî qirkirina Cizîrê û li hemberî wê bêdengmayîna raya giştiye. Helbesta Sibel wiha ye;

"Hun bi ken em bi girî ketin sala 2016'an.
We ji heskiriyên xwe re xelat girtin, me xebera mirina heskiriyên xwe bihîst.
Hun bi şeraba sor, em jî bi xwîna sor ketinê.
Hun li benda nîvê şevê man, em jî li benda rawestandina dengê çekan man.
Hun serxweş ketinê em bi zigê birçî.
Dema ku we keyîfxweşiya berfê dikir, me êşa sermê dikêşa.
Hun di nava rohahiyê de, em di tariyê de ketinê.
Dema ku we fîşekên hewayî diteqandin, me bomba û roket.
Ji we re rojavayî ji me re jî terorîst gotin.
Em nivîsên xwe ne ji bo helbestvanan, ji bo baldar bixwînin dinivîsin."

(zt)