'Çeteyên DAIŞ'ê nekarîn hember YPJ/YPG'ê berxwebidin'

10:07

Gulan Botan/JINHA

KOBANÊ - Fermadara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Fîdan Tolhildan derbarê serkeftin û berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê de yên di hemleya rizgarkirina tevahî axên Kobanê de nirxandin kir. Fîdan da zanîn ku ji ber berxwedana bê hempa yê şervanan çeteyên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê têk diçin.


Operasyonên hêzên QSD, YPJ û YPG yên ku li başûrê bajaroka Ên Îsa li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine destpêkirin didomin û gelek dever ji çeteyan hatine paqijkirin. Derbarê hemlê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Fîdan Tolhildan derbarê hemleyê de axivî û diyar kir ku berxwedana çeteyan şikestiye û ruxme hemu rewên neyînî jî wê peşde biçin. Fîdan wiha got: "Ji destpeka çilê ve me hamleya tolhildana şehîden Ên Îsa destpe kir. Ev sê rojin hamleya me didomîne. Berf dihat, baran dihat lê ruxme ku berf û baran jî dihat her heval bi fedakarî tevlî hamla tolhildanê bûn. Bê berdêl serkeftina hamle moralik mezin me de ava kir."

'Nezî heşt kîlo metrê em hatin pêş'

Fîdan got hêzê çeteyên DAIŞ'ê şikest û wiha axivî: " Ev sê rojin em pêş de tên. Nezî heşt kîlo metre em hatin pêş de, ruxme pêvçûn germbû jî hatin jîyankirin. Li hember hêza YPJ û YPG çeteyên DAÎŞ'e nikarî li berxwe bide. Ev hamle, hamleyek serkeftî bû û em ê hêj jî peşde biçin. Hamle hîna berdewam dike we berdewamiya wê hebe jî. Dijmin vî gundê mezin de xwest li hember me berxwe bide. Le dema dîtin ku YPJ û YPG bi cesaret ser wanda tên berxwedana wan şikest."

'Me dixwesta van gundan bigirin û me girtin'

Fîdan destnîşan kir ku heta çetê hebin we têkoşîna wan ji berdewam bike û wiha domand: "Ev sê roj bûn me dixwesta van gundan bigirin û me girtin jî. Ev hamleyek serkeftî bû, bê ku em wendahî bidin me qad girt dest. Hîna pêşde çuyîna me berdewam me. Heta bustek axa Kurdistan'e heye, heta çete bijîn em ê pey wan de bin. Heya em çeteyan xilas nekin em ne sekinin. Ji ber ku ev çete her helî de jiyanê qirej dikin. Êdî ji bo li hember me şer bikin tenê rebazek ya wan maye, ew jî reya întîhare ye. Ji bo biçin cinetê her tiştî dikin. Bi vê zîhniyetê tev digerin. Lê belê nikarin li hember hêza YPJ û YPG li ber xwe bidin Surya demokratîk we li pey wan bi kevê heta wan xilas bike."

(rc)