Li Silopiya êrîş û berxwedan berdewam dike

12:11

JINHA

ŞIRNEX - Li saetên serê sibê de li ser sê taxên Silopiya êrîş giran bûn. Li hemberî çekan berxwedana gel jî mezin bû.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja 23'an de êrîş berdewam dike. Di saetên serê sibê de ser taxên Şehit Harun, Yenişehir û Barbarosê êrîş giran bûn. Despêkê topbaranê despêkir, paşê jî ji wesayîtên zirxî gulebaran berdewam dike.

Li Taxa Şehîd Harun hêzên dewletê dikevin malan, welatiyan bi zorê ji malên wan derdixin û dibin Salona Werzîşê ya girtiya Yenişehîrê ku weke kampa komkirinê tê zanîn. Li wê nasnameyên welatiyan qontrol dikin. Piştî venêrîna nasnameyan beşek ji welatiyan sirgunî derveyî bajêr kirin, hinek ji wan jî bi hinceta "makul şuphe" girtin binçavan. Ji dema despêkirina êrîşan heya niha bi dehan welatî bi hincetên cuda girtine binçavan.

Li hemberî êrîşan berxwedan berdewame

Li hemberî êrîşên bi çekên giran berdewam dike, berxwedana gel berdewame. Dem dem dema ku hêzên dewletê hewil didin têkevin taxan rastî berxwedana gel tên û paş de tên vegerandin. Ji aliyê gel û Hêzên Parastina Sivîlan (YPS) ve destur nayê dayîn ku hêzên dewletê têkevin taxan.

(zt)