Belgeyê 'Taybet' sucê şer û tabloya komkujiyê

12:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYA - Hat belgekirin, hemû qetlîamên sivîlan ên li Kurdistanê tê kirin ji aliyê dewletê ve tên pêkanîn. Belgeya girêdayî Fermandariya Hêzên Bejahiyê ji bo leşkeran gotin “Ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin”, fermana teqez çekan bikar bînin hate dayîn.

Belgeya dewleta Tirk a êrîşên qirkirina li ser Bakûrê Kurdistanê derket holê. Di belgeyê de bi awayek berbiçav fermana sivîlan qetil bikin hatiye dayîn, di belgeyê de îmzeya “Fermandariya 3. Tabûra Tank a 172. Alîkariya Femadariya Tûgaya Zirxî ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya Cizîr/Şirnex.” Belgeya “Taybet ji bo Xizmetê” û jimara serî ya "84933840-3000-350-15" û mijarên di belgeyê de hatin diyarkirin “hemû personel ji bikaranîna çekan berpirsiyar in” cih digire. Ev belge di 30’ê Tirmeha 2015’an de hatiye amadekirin. Hêzên dewletê ên ku nekarîn berxwedana xwerêveberiyê bişkîne, li ser vê fermanê li Cizîr, Şirnex, Silopî, Nisêbîn û Kerboranê xwestin qirkirin li hember gelê Kurd pêk bînin. Di encamê êrîşan di navde Mîraya 3 mehî, zarokê 7 mehê yê di zikê dayîkê xwede hatî qetilkirin bi giştî 77 sivîl hatine qetil kirin.

Cizîrê 5 qedexe: Tevî zagokê di zikê dayîkê dayîk de 30 sivîl hatin qetilkirin

Li Cizîrê 5. qedexeya derketinê kolanan hat îlan kirin. Yê herî dawî di 14'ê Kanûnê de pêk hat û ev 23 rojin didome. Bi deh hezaran leşker, polîsên taybet bi tang û wesayîtên zirxî ên ku xwestin Cizîrê dagir bikin rastî berxwedana xwerêveberiyê gel hatin. Hêzên dewletê ji du alî 23 rojin bê navber êrîşê Cizîrê dike û di encamê de Mîraya 3 mehî, zarokê 7 mehê yê di zikê dayîkê xwe û bi giştî 30 sivîl hatin qetil kirin. Gelek sivîl dema ku pêdiviyên xwe yên jiyanê pêşwazî dikirin hatin qetil kirin.

Silopî 3 qedexe: 19 sivîl hatin qetilkirin

Li Silopî jî 3'ê car qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Yê herî dawî di 14'ê Kanûnê despêkir, hêzên dewletê xwe spartin belgeyê fermana "kuştinê û li hember gel komkujî pêk anî. Dii êrîşa 23'ê rojan de di navde 3'ê zarok jî heyî bi giştî 19 sivîl hatin qetilkirin. Cenazeyê 3'ê zarok navde yê 6 sivîlan ji ber êrîşan heya niha nehatine defin kirin û li mal û mizgeftan tên ragirtin. Hat diyar kirin ku cenazeyê Mehmet Mete (10), Axîn Kanat (16), Reşî Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Hasan Sanir (75) û Seyfettîn Sîdar (30) li ber xirab bûnê ne. Li navçeyê bi her şêwayê pêk anîna hovîtiyê tê pêk anîn.

Li Şirnexê 2 kes hatin înfaz kirin

Li Şirnexê ji ber êrîşa ji maşînên zirxî ya polîsên Tirk, li taxa Dîcleyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kesên hatine qetilkirin hînê ji erdê nehatine rakirin.

Li Nisêbînê 7 car qedexe, 23 sivîl hatin qetil kirin

Li Nisêbînê 7 car qedexe hat îlan kirin. Qedexeya dawî li Nisêbînê di 24'ê Kanûna 2015'an de hat rakirin. Di dorpêç û êrîşê hêzên dewletê yê 11'e rojan 1 jê jin û 3 sivîl hatin qetil kirin. Bi giştî 7 caran îlankirina qedexeyan re 23 sivîl bi destê hêzê dewletê hatine qetilkirin.

Li Kerboranê 2 qedexe 3 welatî hatin qetil kirin

Tevî berî vê qedexeya derketina kolanan ya 2. di 29'ê Kanûna 2015'an de li Kerboranê hat rakirin. Dorpêç û qedexeya ku 19 roj berdewam kiriye, di encamê de 3'ê sivîl bi destê dewletê de hatine qetil kirin.

(rc)