Alî yê li Cizîrê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
13:01
Çile
5
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) ê ku di 27'ê kanûnê de li Cizîrê di êrîşa polîsan de giran birîndar bû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) di 27'ê kanûnê de li Cizîrê di gulebarana polîsan de giran birîndar bibû û li Êlihê li nexweşxanê dihat dermankirin. Alî, piştî ku 9 rojan li ber xwe da, jiyana xwe ji dest da. Alî zewicandî û bavê 5 zarokan bû.
Tevî Alî, di rewşa awarte ya di 14'ê kanûnê de hate destpêkirin de, tenê li Cizîrê 31 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
(rc)