4 kes li Sîlopiyê hatin qetilkirin

14:04

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê ku êrîş berdewam dikin 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Hate hinbûn ku cenaze aydî welatiyên ku duh li taxa Karşiyakayê hatin gulebarankirin in. Parlamenterên HDP'ê yên ji bo agahî bigirin çûn nexweşxaneyê jî hatin astengkirin.

Li gorî agahiyan bûyer duh di saetên êvarê de li taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê çêbû. Duh êvarê hêzên dewletê li dijî taxê êrîş dan destpêkirin û bi saetan wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Di êrîşa ku 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê de gelek welatî jî hatin birîndarkirin.

Parlamenter haten astengkirin

Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Aycan Azma yên ku xwestin ji taxa Ofîsê biçin nexweşxaneyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rawestandin.

'Çi vedişêrin em nizanin'

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu anî ziman ku di çarçoveya agahiya ku ji wan re hatiye de xwestine biçin nexweşxaneyê lê pêşiya wan ji aliyê bi sedan leşker û wesayîtên zirxî ve hatiye girtin. Ferhat anî ziman ku ji nexweşxaneyê re 100 metre bimîne hatine dorpêçkirin û wiha berdewam kir: "Em ji bo ku bi birîndaran re eleqadar bibin û der barê nasanmeya kesên hatine qetilkirin de agahî bigirin diçin. Niha li Sîlopiyê ev 23 roj in polîtîkaya bê îradekirinê tê meşandin. Çûyîna me ya nexweşxaneyê Tê astegnkirin. Em hatine dorpêçkirin. Em nizanin bi astengkirina parlamenteran ve dixwazin çi veşêrin."

(rc)