Belgefîlma 'Jiyana min her şer bû" li Parîsê hate pêşandan

14:32

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Galaya belgefîlma 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, li Parîsê hat kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, galaya belgefîlma 'Sara-Jiyana min her şer bû' hat kirin. Belgefîlm li ser jiyana yek ji avakarên PKK'ê Sakîne Cansiz e ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatî qetilkirin.

Di belgefîlma ji 105 deqeyan pêk tê de, jiyana Sakîne tê vegotin. Çîroka ku ji Dêrsimê destpê dike, piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj car din li Dêrsimê bi dawî dibe. Rêwîtiya jiyana Sakîne a li Elezîz, Amed, Amasya, çiyayên Kurdistanê û Ewropayê, ji aliyê malbatê, hevrêyên wê û şahidên demê ve tên vegotin.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîr tevlî bûn

Galaya belgefîlmê duh êvarê li Bonne Nouvelle Theatre Du Gymnase ya li Parîsê pêk hat. Xwişk û birayên Sakîne Cansiz Ferîde û Metîn Cansiz, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyên Kurd û Ewropî tevlî galayê bûn. Pêşandana belgefîlmê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

Piştî pêşandana fîlmê, birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz û ji çêkerên fîlmê Bîrcan Delal Yildiz derketin ser dîkê û pirsên temaşevanan bersivandin.

(rc)