Li Şirnexê polîsan jinên bi kefiyên sipî meşiyan gulebaran kirin
14:58
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê polîs desturê nadin 2 cenazeyên li kolanê bigirin. Gel berxwedana xwe ya ji bo girtina cenazeyan berdewam dikin. Jinên bi kefiyên sipiyên ji bo girtina cenazeyan meşiyan gulebaran kirin.
Ji bo girtina cenazeyê 2 welatiyên li Taxa Dicleyê hatine qetilkirin welatiyên Şirnexê di berxwedanê denin. Serê sibê bi tangan û wesayîtên zirxî tax gulebaran kirin. Li Taxa Ormanê jî ser avahiyan sekvan bicîh kirin. Herêma cenaze lêne bê navber gulebaran dikin. Ji bo girtina cenazeyan gel ji serê sibê heya niha li kolanan di berxwedanê denin. Ji bo girtina cenaze dema ku welatiyan dest bi meşê kirin polîsan meş gulebaran kirin. Di saetên nîvro de jî ji bo girtina cenaze welatî kombûn û dest bi meşê kirin. Lê cardin ji wesayîtên zirxî welatî gulebaran kirin û destura girtina cenazeyan nedan.
Jin gulebaran kirin
Dema ku jinan bi "alayên sipî" jî xwestin biçin cenazeyan bigirin, polîsan bi bombeyên gazê û ji wesayîtên zirxî gulebaranê mudaxele kirin. Welatî bi diruşmên weke "Dewleta qatîl dê hesab bide", "Em aştî naxwazin, şer, şer, şer", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li derê namîne" dest bi çalakiya deng derxistinê kirin. Di dema berxwedana girtina cenazeyan de dibin gulebaran polîsan de zarokê 16 salî birîndar bû.
Li taxan elektirîk hatin birîn
Ji bo piştevaniya berxwedana Taxa Dicleyê ji taxên dinê welatî ber bi taxê ve dimeşin. Bi wesayîtên zirxî polîsan tax girtine dorpêçê û bi guleyan hemû trafoyên ceyranê teqandine.
(zt)