Endama KJA yê Zeynep Altınkaynak hat binçavkirin
16:23
JINHA
AMED - Di serdegirtina navenda DBP'a amedê de endama KJA yê Zeynep Altınkaynak û xwendekarê zanîngehê Mehmet Şakir Karataş girtin binçavan.
Di serdegirtina Navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê de 2 kes hatin binçavkirin. Bi nihceta îfade nedane endama KJA yê Zeynep Altınkaynak û Mehmet Şakir Karataş girtin binçavan û birin Şaxa TEM ya Emniyeta Amedê.
Li nava navenda DBP'ê polîsan venêrîn li nasnameyên hemû kesê kirin. Piştî ku polîs ji navendê derketin Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek û parlementerên HDP'ê daxuyanî dan. Dema ku welatiyan serdegirtin bihîstin bi diruşma "Tindî me bêzar nakin" herikîn ber avahiya DBP'ê. Kamuran di daxuyaniyê de got: "Bi awayek bê hiquqî ser avahiya me ya partiyê de girtin. Li gele deveran ser navendên me de girtin. Ger hîna li Tirkiyê qala demokrasiyê tê kirin wiha ser partiyên siyasî de nayên girtin. Çawa ku TBMM bi makezagonê hatiye avakirin, partiya me jî bi heman şêweyê hatiye avakirin."
(zt)