Berxwedanê bakûr hat silav kirin
16:23
JINHA
DIRBÊSIYÊ - 7 bajarên Kantona Cizîrê li ser sînorê Dirbêsiyê û bakûrê Kurdistanê silav dan berxwedana Bakur.
Çalakiya li ser sînor a li bajarê Dirêbsiyê ya ji bo piştgiriya berxwedana bakur û şermezarkirina terora dewletê ya li dijî gelê kurd di roja xwe ya 13’emîn de ligel şert û mercên zivistanê yên zehmet jî dewam dike. Mamosteyên Tevgera Ziman û Perwerde, Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk, Birêveberiyên Perwerde, Peymangeha wêne û Zimanê Kurdî yên bajarê Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê, Ebû Rasên, Hesekê û Qamişlo tevlî bûn.
Mamoste û rêveberiyên saziyên perwerdeyê piştgiriya xwe ya bi berxwedaniya bakurê Kurdistanê re nîşan dan. Di bin baran û sermaya zivistanê de durişmeyên dilsoziya bi berxwedaniya Bakur re veogtin û gotin ku tu caran bakurê Kurdistanê bi tena xwe namîne, her wiha dê hertim li pişta wê bin.
Piştre çalakvan ji ser sînor hatin konê xwe yê çalakiyê ku li herêma sînorê hatiye vegirtin. Li wir li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demoatîk Siûdî Mihîş û Fedil Elî Ebdulrehman, li ser navê Yekîtiya Mamosteyan Mihemed El-Ezher axivîn. Di axaftinan de kiryarên dewleta kirk ên li dijî gelê bakurê Kurdistanê hatin bibîrxistin û hate gotin ku li wir berxwedaniyeke bêhema tê meşandin.
Axaftvanan gotin ku divê her kesek Rojavayî li gorî derfet û hêza xwe beşdarî berxwedaniya bakurê Kurdistanê bibe û heta dawiyê piştgiriyê bide.
(rc)