Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar qetilkirin

19:07

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiya ji 3 kesên şeva dinê qetilkirine Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir, Endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir û Endama KJA yê Fatma Uyar e. Cenazê din jî hat zanîn ku mêreke hîna nasnama wî nediyare.

Şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê demek dirêj bi wesayîtên zirxî hatibû gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Parlementerên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji bo ku têkildarî cenazeyan de agahiyan bigirin çûbûn nexweşxaneyê lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn astengkirin.

3 cenaze şandin Şirnexê

Di seatên êvarî de 3 cenaze şandin Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Îbrahîm Ayhan çû nexweşxaneyê û bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anîn. Leyla piştî hevdîtinê têkildarî hevdîtinê de agahî dan û got cenaze ayîdî Endama Meclîsas DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar in. Leyla anî ziman ku cenazeyê ayîdî zilamekî jî ber rûyê wî nayê nasîn nizanin ayîdî kê ye.

Ji 3 kesan agahî nayê girtin

Piştî şevê din taxa Karşiyaka hat gulebarankirin ji Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayîr, Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar agahî nedihatin girtin.

(zt)