Peyama dawiyê ya Pakize Nayir: Ger Botan qazanc bike hemû mirovahî qazanc dike

19:08

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin peyama berxwedanê da. Peyama Pakize ya dawiyê; "Ger Botan qazanc bike hemû mirovahî qazanc dike."

Dorpêç û êrîş li Silopiya di roja 23'an de berdewam dike. Şevadinê ji aliyê hêzên dewletê ve 3 jin bi giştî 4 kes hatin qetilkirin. Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji despêka berxwedanê heya dawiyê bi peyamên xwe xwest hemû raya giştî li gel berxwedana Botanê cîh bigire û li hember qirkirinan dengê xwe bilind bikin.

Di dema êrîşên ser Silopiyayê de Pakize Nayir wiha gotibû: "Yên ku îro ji qirkirinê re nebêjin bisekine, bila sibê neyên wêneyan nekêşin û qala şêwirmendiyê nekin. Leşker û polîsên Erdogan şandine vêderê bi rêbazên DAIŞ'ê bi hovane êrîş dikin. Ya em li vêderê dijîn zu de Kobanê derbas kiriye. Dikevin hindirê malan, ji dur ve topan di avêjin. Bi dehan birîndarên me hene. Dewlet vê zilmê ji bo gelê kurd rewa dibîne. Lê gel neketiye, nakeve û kolanan na terikîne. Em qêrdikin û dibêjin emê nekevin.

Em ji yên qala birayatiyê dikin dipirsin, eve biratî, ya hun ji bo me rewa dibînin eve? Ez gazî yên xendekan bahane nîşan didin jî dikim. Dest ji van bahaneyan berdin. Ser gelê kurd qirkirina vekirî tê kirin. Ger îro deng nedin me, sibê pir dereng dibe. Bi sedan kes livê derê dibe ku bên qetilkirin. Ger demokrat, sosyalîst û yên ji xwe re mirov dibêjin îro qêrîna me nebihîsin bila sibê neyên qala şêwirmendiyê nekin û wêneyan nekêşin.

Ez bang li dewletê jî dikim hişê xwe bînin serê xwe. Rêveberiya cewherî û parastina cewherî mafê me yê herî rewaye, em dest ji van mafê xwe bernadin. Ji niha û şon de tiştek dewlet bide me nîne. Di ti hiquq, qanun û baweriyan de êrîşên wiha hovane nîne. Ez bang li hemû deverên ku dengê min bigihitê dikim. Vê qêrînê bibihîsin, ji ber sibê pir derenge. Bawer bikin dema ku Botan qazanc bike hemû mirovahî biserdikeve."

(zt)