Gelê Şirnexê ji bo girtina cenazeyan dest bi nobatê kirin

19:10

JINHA

ŞINREX - Gelê Şirnexê ji bo cenazeyên ayîdî 2 sivîlan ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bigire dest bi çalakiya nobetê kir.

Bi rojane hêzên dewletê li hemberî taxên Dîcle, Yenîmahale, Yeşîlyurt û Bahçelîevler êrîşan pêk tînin û şevê din li nêaz Midûriyeta Daristanan a Bajar ya li taxa Dîcleyê 2 welatiyên sivîl ên navê wan nehat zanîn hatin qetilkirin. Welatiyên xwestin cenazeyan bigirin jî rastî gulebarana polîsan hatibûn û di navbera polîs û gel de pevçûn pêk hatibû. Gel li nêzî nokteya cenaze lê tên girtin kon vedan û dest bi nobetê kirin. Welatiyan got heya cenazeyan werdigirin dê nobeta xwe bidomînin û li dora agir gel dirûşmeyan berz dike û çalakiya xwe didomîne.

Jina bi navê Gevher Kartal diyar kir ku dewlet îşkenceyê li cenazeyan dike û wiha got: "Ji ber vê yekê em dê cenazeyên xwe werbigirin û li gorî wan defin bikin."

Gevher bang li hemû gelê Şirnexê kir û xwest ku tevlî çalakiya nobetê bibin.

(zt)