Sakine, Fidan, Leyla...Pakize, Sêvê, Fatma
19:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çend roj mayî ji 3'emîn qirkirina Parisê ya 9'ê Çileya sala 2013'an ku têde Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin de li Silopiya jinên meşvanên azadiyê qetilkirin.
Di dîrok 9'ê Çileya sala 2013'an de nûçeyên qetilkirina 3 jin, 3 jinên kurd, 3 siyasetmendaran li Parîsê belavbû. Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê sedhezaran ve hatin oxir kirin. Yên ku Sakine, Fidan û Leyla gulebaran kirin îro cardin di şevek çileyê de 3 jin qetilkirin.
Dorpêç û êrîş li Silopiya di roja 23'an de berdewam dike. Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir, Endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir û Endama KJA yê Fatma Uyar şevadinê di êrîşên ser Taxa Karşiyaka da qetilkirin. Dema ku jinan amadekariyên bîranîna Sakineyan dikirin, li hemû bajaran ji bo 'Sê jinên azad' çalakiyên "Emê we jibîr nekin" amade dikirin. Niha jî jin dibêjin; "Ger Botan qazanc bike hemû mirovahî qazanc dike" û bilindkirina tekoşîna Pakize ya ku 68 rojan di gireva birçîbûnê de mayî, Sêvê ya 15 sal di girtîgehê de mayî û Fatma ya temenê xwe dayî tekoşîna jinên kurd jî li soza xwe zêde dikin.
(zt)