Serpêhatiya koçberiya Mûnevver Karataş
09:00
Zêrîn Kurtay/JINHA
QAMIŞLO - Ji ber polîtîkayê înkar û îmha ên dewleta Tirk gelek welatî neçar man di salên borî de ji Kurdistanê koçî bajarên cûda ên Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê bikin. Yek ji wan Mûnevver Karataş a ji Nisêbînê ye. Mûnevver got, "Me bi berxwedana xwe êrîş û hovîtiya dewleta Tirk têk bir. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, li hember zilm û hovîtiyê wê serê xwe netewîne."
Ji ber konsepta şer û polîtîkayê înkar û îmhayê a ku dewleta Tirkiyê li hember gelê bakûrê Kurdistanê pêk tîne, gelek welatî di salên 1982'an de neçar man cih û warê xwe terk bikin û koçî bajarên cuda ên Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê bibin. Mûneevver Karataş (45) ji ber zilm û hovîtiya dewleta Tirk di sala 1982'an de ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçî bajarê Qamişlo a Kantona Cizîra Rojava dike. Mûnevver Karataş behsa serpêhatiya jiyana xwe û zilma dewleta Tirk yên salên borî ji ajansa JINHA'ye re kir. Mûnevver destnîşan kir ku navçeyê Nisêbînê ji dîrokê heya roja îro bi berxwedana xwe dîrok nivîsiye û dagirkeran bi berxwedana xwe têk biriye.
'Armanca dewletê koçberî û şikandina vîna berxwedanê ye'
Mûnevver diyar kir ku di salên 1982'an de dewleta Tirk gelek komkujî li hember gelê Kurd pêk aniye û wiha got, "Armanca dewletê koçberî û şikandina vîna berxwedanê ye. Gelek komkujî di wan salan de pêk dihat. Bi taybet bûyerên faîlê mechûl pir zêde bûn. Ez wê demê zarok bûm, gelek tişt min fêm nedikir lê niha hîn zêdetir wate didim." Mûnevver da zanîn ku di wan salan de dewlet bi navê olê Sofîk bi rêxistin dikirin û wiha pêde çû, "Ji bo qetilkirina zarokên kurdan, Hizbûllah ango 'Sofîk' bi rêxistin dikirin. Bi siyaset û kiryarên qirêj li ser navê olê tevdigeriyan. Yê ku dewleta Tirk dike ne parastina Mislimantiyê ye, hovîtiye û dijberê ehlaqên mirovahiyê tevdigere."
'Ziman cûdaye lê zîhniyetê dewletan yeke'
Mûnevver destnîşan kir ku, welat bên guhertin jî zihniyetê dewletê yeke û wiha domand: "Ji ber zilma dewleta Tirk yê li hember gelê Kurd em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Li Tirkiyê zimanê tirkî li Rojava jî bi zimanê erebî dihat peyvandin. Lê feresetê dewletê di ferman û pêk anîna komkujiyan a li hember gelê Kurd yeke." Mûnevver da zanîn ku ew piştî derbasî Rojava dibe mezin dibe û li wir dizewice û wiha pêde çû: "Ji ber koçberiyê me heya demek dirêj nekarî xwe bidin hev û rihet debarê jiyana xwe pêk bînin. Ji xwe armancê dewletan belavkirina Kurdane û ji xwere dane xebitandine. Ez li vir zewicîm û 5 zarên min hene. Malbat ji ber rewşên şer û xerîbî gelek belav bûn. Niha jî em hewl didin jiyana xwe ji nûde avabikin. Lê tu tişt naşbihe axê ku mirov li ser dayîk dibe."
'Modela xweseriya demokratîk wê rizgariya tevahî gelan pêk bîne'
Mûnevver bilêvkir ku bi Şoreşa Rojava re berxwedanî û xwesteka gel yê xweseriyê gelek hêz daye wê û wiha berdewam kir, "Li Rojava gelek berdêl ji bo jiyana xwerêveberinê hat dayîn. Gel li ser nirxê şehîdan îro bi çand û rengê xwe jiyana xwe ji nûde înşa dike. Rojava ji tevahî cîhanê re bûye çavkaniya mînakê. Ji ber modela xweseriya demokratîk wê bibe wesileya rizgariya tevahiya gelan. Her çiqas desthilatdar xweseriya gel nepejrîn û bi hemû hêza xwe êrîş bike, lê gel bi berxwedan û hêza vîna xwe bi ser bixe." Mûnevver anî ziman ku gel êdî bi reng û zimanê xwe dê bijî û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelê kurd li hember komkujî û qirkirinê di azadiyê de bi îsrare. Gel li Rojava û bakûrê Kurdistanê xweseriya xwe dixwaze û li hember êrîşan li berxwe dide."
'Jinên pêşengiya berxwedanê Nisêbînê dikin, hêz didin min'
Mûnevver diyar kir ku ew ferqek mezin di salên borî û niha de dibîne û van hevokan li gotina xwe zêde kir, "Di salên 1982'an de ji ber kiryarên dewleta Tirk ên hovane, tirsek di dilê mede çêbibû. Her dem me bi kuştinan tehdît dikirin ên ku serî hildidan dihatin qetil kirin. Lê niha rewşek cûda li holê ye. Ji pêşengiya berxwedanê dikin, dibêjin 'em dev ji axa xwe bernadin û heya dilopa xwîna xwe yê dawî li berxwe bidin'. Ev hêzek mezin dide min û min kêfxweş dike." Mûnevver di dawiya gotina xwe de got, "Tirsa salên borî çû. Êdî rêxistinbûn kurdan pêk hatiye û gel ji bo rih û hizrê azad li berxwe dide. Jinên bakûrê Kurdistan bi berxwedana xwe hovîtiya dewleta Tirk li Nisêbînê têk bir. Kurd êdî ne Kurdên berêne û dê li hember zilm û hovîtiya dagirkeran serî netewînin."
(rc)