Şervanên YPJ: Divê jin her qadî bike qada têkoşîna azadiyê
09:01
Rabîa Êto-Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê komkujiya Parîsê ya sê jinên şoreşger ji ajansa me re axivîn û wiha gotin, "Em hêz û berxwedaniya xwe ji dîroka xwe û têkoşîna Sarayan digirin."
Şervanên YPJ`ê bi boneya salvegera komkujiya sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li peytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin de, ji ajansa me JINHA'yê re nirxandin. Şervanan, anîn ziman ku ew weke şervanên jin rêya Sarayan ji xwe re esas digirin û hêza berxwedaniyê ji feraseta têkoşîna wan şoreşgeran werdigirin.
'Em dê li hember vê komkujiyê bêdeng nemîn in'
Şervana YPJ'ê Asmîn Avesta, destpêkê komkujiyê şermezar kir û diyar kir ku ev komkujî di kesayeta her sê jinên şoreşger de li ser vîna jina azad hatî kirin. Asmîn, destnîşan kir ku heta niha ev bûyer nehatiye zelal kirin û anî ziman ku heta ev bûyer neyê zelal kirin ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û şopdarê wê bin.
'Em jî têkoşîna Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan ji xwere rêber dibinîn'
Asmîn, da zanîn ku jinan îro li Rojava şoreşek pêkanîn û got ku ev şoreş li ser têkoşîna PKK'ê ku ew jî tevgera jinê ye mezin bû, ev şoreş jî mîrateya xwe ji wir girt. Asmîn, wiha domand: "Em jî têkoşîna Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan ji xwere rêber dibinîn. Bi taybet jî em ji xwere têkoşîna Sara(Sakine Cansız), Rojbin(Fîdan Dogan), Ronahî(Leyla Şaylemez) û hevalên wan rêber dibînin. Bila herkes zanibe ku birêxistinbûna YPJ'ê û jinan tolhildana qetilkirina sê jinên şoreşger û hemû şehîdên azadîxwazin e. Em wek YPJ'ê bang li her kesî dikin ku li hember vê komkujiyê bêdeng nemîn in, lewra heta jin azad nebe civak azad nabe."
'Divê ciwan derkevin qadan û azadiya jinê û gelan qîr bikin'
Asmîn, bang li tevahiya jinan kir ku di 9'ê Çileyê de berê xwe bidin Frenseyê û vê komkujiyê şermezar bikin. Asmîn di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku ew wek YPJ'ê berxwedana gelê bakurê Kurdistanê jî silav dikin û da zanîn ku yê pêşengiya vê berxwedanî dikin jinin. Asmîn, li ser vê esasî bang li hemû jinan kir û got "Bangewaziya me ji hemû jinên cîhanê re heta jinek bindest be têkoşînê bidomîn in. Li hember bê edaletiyê bêdeng nemîn in. Bi taybetî jî jinên ciwan li her deverê cîhanê derkevin qadan, azadiya jinê û gelan qîr bikin."
'Em têkoşîna Sarayan ji xwe re esas digirin'
Şervana YPJ'ê Mizgîn Çiya jî ev tişt gotin: "Belkî me wekê hêza cewherî ya parastina Rojava xwe bi rêxistin kir, lê belê wek YPJ me mîrasê têkoşînê ji xeta azadiyê ya PKK'ê girt. Bi taybet em wek endamek a YPJ'ê xeta Şehîd Sara û têkoşerên azadiyê ji xwe re esas digirin. Komkujiya Parîsê di esasê xwe de li ser têkoşîna jinên azadiyê hatiye kirin, dibinîn. Em dibêjin bila hemû jin xwe bi rêxistin bikin û di 9'ê çileye de derkevin qadên têkoşînê.
'Em dê wê rojî ji bîr nakin'
Her wiha şervana YPJ'ê Bêrîvan Azad jî, diyar kir ku ew dê her tim li ser rêya sê jinên şoreşger bimeşin û ev tişt gotin: "Em dikarin bêjin ku feraseta hêzkirina jiyanê çanda jiyanek nû wan nîşanê me da. Di kesayeta xwe avakirinê de dê ew her tim ji me re rêber bin. Divê her jinên şoreşger vê dîroka naletkirî jibîr neke. Ji ber ku ev êrîş di eslê xwe de li ser vîna jinê hatî kirin. Ji ber vê yekê jî em wek e YPJ'ê dibêjin ku heta jinek bindest bimîne, heta serokê me azad nebe, zilma li ser gelan ranekin, dê têkoşîna me her biçe xûrtir bibe. Ji bo vê jî divê jin li her qadî bike qada têkoşîna azadiyê. Li ser vê esasî jî di 9'ê çileyê de bere xwe bidin Parîsê û ji nû ve soza tolhildanê bidin."
(rc)