Ewlehiya jinên Êzidî YPJ-Şengal salek li şûna xwe hêşt

09:43

JINHA

ŞENGAL - Li hember êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê salê borî di 5'ê Çileyê de YPJ-Şengal avabûna xwe îlan kir. YPJ-Şengal bi soza têkoşîna rizgarkirina tevahî jinên hatî dîlgirtin avabûna xwe îlan kir û bang li tevahî jinên Êzidî hat kirin ku tevî hêzên YPJ-Şengal bibin.

Li hember êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê YPJ-Şengal avabûna xwe di 5'ê Çileya 2014'an de îlan kir. Bi armanca rasthatina salvegera avabûna YPJ-Şengal daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hember êrîşê çeteyan di nava zehmetî û bê derfetiyê ew xwe bi rêxistin kirin û wiha hat gotin, "Di 3'ê Tebaxê de bêguman êş û qirkirina herî mezin wek jinên Êzidî me jiyan kir. Bi hezaran jinên Êzidî hatin dîlgirtin û li bazaran hatin firotin. Ji êşê û tecrûbeyên ku me girtiye me yekîneyên xwe ên parastinê avakir û di demek kurt de ji bo azadkirina Şengalê me giranî da têkoşînê. Çawan me rola xwe di azadkirina Şengalê de leyist em giranî didin perwerdê û têkoşîna xwe."

'Em ewlehiya jiyana jinên Êzidî ne'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê tenê xwe bi rizgarkirina Şengalê re sînordar nehêlin û wiha dewam kir, "Di roja îro de jî hîna li Tel Afer û li Musulê bi hezaran jinên Êzidî dîlgirtî ne. Bi boneya salvegera avakirina me em bi armanca rizgarkirina tevahî jinên dîlgirtî dikevin salek nû. Ji ber vê em ê têkoşîna xwe ji bo azadkirina tevahî herêmê bidomînin. Em wek ewlehiya jiyana jinên Êzidî armanca me herêm ji beleyê DAIŞ'ê rizgar kirin û tevahî axê Iraqê û bi taybet jî jinên li Musulê tên girtin azadkirine. Em ê bi pêşengiya xwe rolek mezin bileyzin."

Banga tevlîbûnê ji tevahî jinên Êzidî re hat kirin

Daxuyanî bi banga tevlîbûna jinên Êzidî wiha berdewam kir, "Rizgarkirina tevahî jinên dîlgirtî û parastina wan wek erka xwe em dizanin û em soza bilind kirina têkoşînê didin. Banga me ji jinên Êzidî ên girêdayî ax û azadiya xwe ne, tevlî yekîneyên me bibin. Gelekî ku li Rojhilata Navîn bê parastinbe, wê her dem di nava tehlûkeyê de be. Em bi vê zanabûnê erk digrin ser milê xwe û ji bo pêşî girtina êşên mezin û mezinkirina yekîneyên parastinê wê têkoşîna me berfirehtir bibe. Di vê çerçoveyê de em rasthatina avabûna YPJ-Şengal yê salek li tevahî gelê xwe pîrozdikin û têkoşîna azadiya jin pîroz dikin."

(rc)