'Em îro di gireva birçîbûnê denin, sibê emê li piş barîkatan bi jinên kurd re hevdîtinê bikin'
09:44
Habibe Eren/JINHA
ENQERE - Jinên elewiyên 7 rojin di gireva birçîbûnê denin gotin: "Em li gel daxwazên kurdan ên mafdar û rewanin û her kesê vedixwînin xwedîderketina berxwedanê. Bi salane rondikên çavên dayîkan tevlî bedena zarokên wan ên bi xwîn dibin. Lê niha ew dayîk jî tên qetilkirin. Divê kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Gireva birçîbûnê jî lingek tekoşînêye. Îro gireva birçîbûnêye. Sibê emê biçin piş barîkatan bi wan jinan re hevdîtinê bikin."
Jinên elewiyên li hemberî şerê bê hiquqiyê li Kurdistanê berdewam dike bi diruşma "Bila şer nebe zarok nemirin" dest bi gireva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kirine. Jin pêşengiyê ji gireva birçîbûnê ya li Federasyona Bektaşi Alevi despêkirî dikin. Jinên elewiyên ji bo şêwirmendiya bi jinên li navçeya Sura Amedê li piş barîkatan li ber xwe didin û jinên kurd re pariyê xwe parkirin û îro jî di gireva birçîbûnê de pêşengiyê dikin ji JINHA yê re axivîn.
'Ji dema Kerbelâyê heya niha ser vê axê zilim naqede'
Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokrat a Enqerê Songul Çelik diyar kir ku ew weke civaka elewî li her dera zilim heyî her dem alîgirên mazlumanin. Songul da zanîn ku ji dema Kerbelayê heya niha ji ser vê axê zilim neqediyaye û wiha got: "Di sed sala dawiyê de ser gelê kurd bişaftinek erjeng heye. Li Kurdistanê parastina cewherî mafek herî demokratîk û xwezayiye, ji bo wê kurd di berxwedanê denin."
'Em li gel doza kurdan a mafdar û rewanin'
Songul gireva birçîbûnê weke lingek tekoşînê dît û wiha nirxand: "Bi topên hewanan ên qatîlên sarayê jin tên qetilkirin. Em baş dizanin ji bo çavtirsandina me van dike. Armanca wan ji hev dur xistina gelane. Emê ticarî gav paşde ne avêjin. Emê ticarî li piş vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku di felsefeya me de ji zilmê re serî tewandin nîne. Em li gel doza kurdan a mafdar û rewanin. Ji ber ku kurd biserkevin dê hemû gelê ser vê erdnîgariyê biserkevin. Banga min ji bo her kesê heye biçin wê hovîtiya li Kurdistanê tê kirin bi çavê xwe bibînin. Li ti devera cîhanê qirkirinên wiha nîne. Ji bo ku dayîk xwe bigihînin bedenên zarokên xwe yên bêcan bi rojanin sînga xwe dane mirinê."
'Em weke jinên aliyê Tirkiyê de hewildidin dengê xwe bigihînin qêrîna kurdan'
Jinekdin a ji bo Kurdistanê di gireva birçîbûnê de Hevseroka Navçeya HDP'ê ya Çankayayê Oznur Şahin jî şerê ji 7'ê Hezîranê heya niha AKP'ê dayî despêkirin wiha anî ziman: "Ji zarokên di zigê dayîka xwe de heya mirovên 70 salî qetildikin. Heya niha bi dehan jin qetilkirine. Em weke jinên aliyê Tirkiyê ji bo vê êşê ji kurahî de hîskirin û ji bo jinên aliyê Tirkiyê yên wijdanên wan şiyar nebûne di gireva birçîbûnê denin. Em hewildidin dengê xwe bigihînin qêrîna kurdan. Li Rojhilatê welat her roj mirov tên qetilkirin. Li aliyê Rojavayê welat jî mirovahî miriye. Em ji bo vê tekoşînê dikin. Li metrepolan bi gireva birçîbûnê em di nava van hewildanan denin. Ji ber ku em vê êşê di kurahiyê de hîs dikin. Tayîbetî jî jin û zarok em mafê gelê li wê dijî diparêzin. Em dibêjin emê li gel wî gelê li piş barîkatan bin. Ji bo dengê xwe gihandina wan em di gireva birçîbûnê denin."
'Birçîbûn ne di mîndê de di rometê dene'
Endama Komeleya Elewiyên Demokratîk Dilan Çiftçi jî bi gotina H. Z Ali dest bi axaftina xwe kir û got: "Şah Ali dibêje; 'Birçîbûn ne di mîdê de di rometê dene. Ger ji bo birçîbûnê tu dest ji rometa xwe berdê, wê demê tu ji rometê bê par dimînê.' Em bi vê felsefeyê ketine rê. Ji bo rometa xwe, ji bo gelê li wê di berxwedanê denin em di gireva birçîbûnê denin. Ev zilm û şer ser hemû gelên tên perçiqandin tê kirin. Ji bo wê jî divê ne tenê elewî hemû mirovahî li hemberî van kirinan bertek nînan bidin. Em ji mirinê natirsin. Emê heya dawiyê şer bikin. Îro gireva birçîbûnê ye. Emê sibê biçin li piş barîkatan bi wan jinan re hevdîtinê bikin."
(zt)