Jin: Em pir bihêrsin, ji êşê hindirê me rengê xwe guhertiye

11:10

JINHA

STENBOL - Ji hemû jinên kesîmên cuda li hember qetilkirina 3 jinên kurd li Silopiya bertek mezin dibin. Ji Buroya Hiquqê ya Gel Parêzer Ebru Timtik got: "Jin bi hêza xwe ya moral û berxwedanê ji aliyê hêzên milîtarîst ve hedef tên girtin. Herî zêde hêzên emperyalîst êrîşî jin û zarokan dikin. Êrîşî jinên demarê sereke yên tekoşînê ne dikin. Lê ti hêz nikarin hêza jinan bixe."

Li Taxa karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê Endama DBP PM Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir û endama KJA yê Fatma Uyar bi tang û topan qetilkirin. Li hember qetilkirina qan ji hemû jinên ji kesîmên cuda bertek mezin dibin. Ji Buroya Hiquqê ya Gel Parêzer Ebru Timtik diyar kir ku hêza gel a herî giring jinin û wiha domand: "Jin bi hêza xwe ya moral û berxwedanê ji aliyê hêzên milîtarîst ve hedef tên girtin. Herî zêde hêzên emperyalîst êrîşî jin û zarokan dikin. Êrîşî jinên demarê sereke yên tekoşînê ne dikin. Ev ne tesadufe. Di heman demê de îstihbarata emperyalîzmê jî fermana qetilkirina jinên pêşeng didin. Zilim û qirkirinên wiha li cihê çavtirsandinê hêrs û berxwedana gel zêdetir mezin dikin. ti hêz nikarin berxwedana jinan têkbibe."

'Jin bi destê mêran, dewletê û hêzên milîtarîzmê tên qetilkirin'

Endama Kolektifa Feministên Sosyalîst (SFK) Tugba Ozay Baki balkişand ser qetilkirina 3 jinên şoreşger û wiha axivî: "Weke jinek feminist em van qirkirinan nasnakin. Em pir bihêrsin, êdî hindirê me ji êşan reş bûye. Bedena jinekê ya bêcan bi rojan li kolanê dimîne, jinek ser sifirê tê qetilkirin. Êdî ez di xwenê de qetilkirinên jinan dibînim. Her dem em jin tên qetilkirin. Her dem em jin bandor dibin. Di şeran de bi dehan car zêdetir jin birîndar dibin. Hemû pêdiviyên zarokên li piş barîkatan jin dabîn dikin. Ji bo ku zarokên xwe yên birîndar bigihînin nexweşxanan tên qetilkirin, ji bo ji zarokên xwe re avê peyda bikin tên qetilkirin, ji bo ku cenazê xwe veşêrin tên qetilkirin. Divê em ji bo piştevaniya wan li metrepolan gelek çalakiyan bikin. Divê em li hember mediyaya serdestan li herderê rastiyan bidin bihîstin û zêdetir xwe bigihînin her kesê."

'Ji bo deng dayîna berxwedanê em jinan vedixwînin qadan'

Ji Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) Feride Eralp jî destnîşan kir ku jin ji aliyê polîsan û dewletê ve hedef tên girtin û tên qetilkirin û wiha dom kir: "Em dizanin ku jin ji aliyê sekvanan ve hedef tên nîşandan û tên qetilkirin. Em weke jinên BÎKG'ê bang li hemû jinan dikin ji bo bilindkirina berxwedana jinên Kurdistanê li ku dibin bila bibin dakevin qadan bi girtina nobetan û çalakiyên cuda dengê xwe bilind bikin. Em jin li hemberî polîtîkaya dewletê ya tinekirinê heya dawiyê dibêjin aştî."

(zt)